Şovelyekî Şanogeriya Kurdî: Hilmî Demirer

0

Hevpeyvîn: Çetoyê Zêdo

Hilmi Demirer, di sala 1946an de li Binxeta Sûrî hate dinê. Tevlî malbata xwe di sala 1952an de bi efûya giştî ji koçberîyê vegerîya Bakurê Kurdistanê warê axa ya bav û kalên xwe Êlihê. Di darbeya leşkerî ya 1960an de tevî bavê wî çend kesên din ji malbata wî hate girtin û wan dişînin girtîgeha Qampa Sêwasê. Pişt re bi malbatî dîsa  ji axa xwe sirgûnî Polatlı ya Anqarayê dibin.

Di 1972an de ji zanîngeha “Güzel Sanatlar Akademisi” (MSÜ) Stenbolê, ji beşa Mîmariyê mezûn dibe. Hertim bala wî li ser kar û xebatên huner û şanoyê bûye. Ji bilî mîmarîyê wêje, ji Ingilîzî bo kurmancî wergeran dike.. Bi awayekî çalak di dûbla kurdî de jî dixebite. Bi şanoya Beckett ya “Teyba Dawî ya Krap” re di şanoya Kurdî de deng veda û bi awayekî çalak karê xwe didomîne

Çetoyê Zêdo: Teyba Dawî a Krapp, çawa hazir bû? Hinekî hûn dikarin qala serboriya wê bikin

Hilmi Demirer: Pêşî lêkolîneke berfireh li ser kesayetî, rêbaz û berhemên Samuel Beckett hûr bûm. Min dît ku wek çiyayekî asê li ber min e. Xebata min, mîna bi kevçîyê çayê kolandina bîrekê bû, ya herî zor di nav sûrrealî û mînîmalîzmê de wergera ji Ingilîzî; muzîkalîte, teql û ahenga dîyalogan wek bi esl û formên xwe bimîne, ango bi gotineke din, ji nivîskar qet dûr nekevim. Guman dikim ku bi saya peyv û rêzimana kurdî ya rengîn û zengîn ve bi ser ketim e

Heta niha Teyba Dawî ya Krap li ku hate listin û çend cara hat pêşandan

Cara yekem li Festîvala Tbilîsê. Dûre li festîvalên Êrevanê, Stenbolê û Londonê. Bi temamî 11 caran hat lîstin

?Tu ji kengî ve bi şanoya kurdî re têkildar

Cara pêşîn, dê û bavê min ji min re bi xwendina helbestên Cegerxwîn û çîroka wî a “Cim û Gulperî”dest pê kir. Ya duyem bi hevaltiya Mihemed Uzun re jî bi  destana “Gilgamêş” û ev a bîst salan e xebatên min ji nivîsên “Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Mele Xelîlê Sêrtê, Qanatê Kurdo, Hesenê Metê, Jan Dost, Mehmed Dijle” ve agirê şanoyagerîya min hê gurtir bûye

Ji kerema xwe bi giştî tu dikarî qala disiplîna xebatên xwe bikî

Cara pêşîn divê mirov zanibe ku wê bi kîjan şanogeran re kar bike, divê fikir ramanên meriv nêzî hev bin. Li ser mijar û nivîskarê berhemê, bûyer û karakteran lêkolîn dive. Bi vê berhemê hûn ê çawa û çi peyaman veguhêzîn temaşevanan, divê kifş be

Ji bo te şano û şanogerî tiştekî çawa ye

Şano, deng û dîmenên jiyînê ye. Cîhan nasîn e û rûyê jiyanê ye. Di nav civakê de ji xwe bawerî ye. Ez bêyî azadiyê nikarim bi şanoyê mijûl bibim. Kesê ku ne xwedî bawerî, kesayetî û nasname be û hay ji azadî, fikr û ramanên nebe, di jiyana xwe de ne xwedî armanc be, nikare bibe şanoger

Çi hêza te ya hunerê xurt dike

Hezkirin, zanîn, bawerî û her tim ked û xebat

Şanoya kurdî li gorî dîtina te, berê û niha di çi rewşê de ye

Niha em dikarin qala bingeha şanoya kurdî bikin ku ew heye. Di pêşerojê de wê bi wêjeya kurdî û şanogerên xemilî ve wê xurtir bibe. Bi nêrîna min, berê qada şanoya kurdî bi giştî ji şanoya dinyayê gelek dûr bû, ji aliyê formasyon, têgihînî û teknîkî ve. Giringî dabûn adeptasyonan, helbet fikra adeptasyonê ne hewleke xerab e, lê dozaja wê girîng e. Îro asta şanoya kurdî zêde bi pêşvê çûye û ber bi şanoyeke neteweyî ve diçe. Bawerîya min ew e ku di pêşerojê de wê bi hemû disiplînan ve wê bigihîje qadên nûjen û navneteweyî

Bandora kîjan şanogeran li te çê bû

Na, di bandora tu şanogeran de nemam. Lê şangerek, li gor min divê ku li ser dikê peyv, liv û hêza derbirana xwe baş bi cih bîne. Ji vê pê ve ji aliyê şîrovekirin, teknîkî, şêweya bixweser û razberî ve Şanoya Polonya yê diecibînim

Ji klasikên şanoya cîhanê tu kê dixwînî û diecibînî

  1. Çêxov, H. Îbsen, F. Dostoyeskî, B. Brecht, S. Beckett

Vê gavê tu li ser çi mijûl î

Niha dîsa li ser lîstikeke S. Beckett, bi navê “Happy Days” ango bi kurdî “Axx… Ew Rojên Bextewar”, xebata xwe didomînim. Jinikeke kamil heta singa xwe di nav axê de ye, tîrêjên tavê li ser wê ye, tav qet naçe ava, dişewite, agir li ser wê dibare. Tê de hin şandinan hene bo “Komedya Îlahî” ya Dante. Ez vê berhemê di bin sîya tevkujîya Roboskê û kuştinên me yên nediyar Dayikên Şemîyê de dinirxînim

Guhertinên şanogeriya te hene

 Berê di şanogerîya min de, ez azad û bi tena serê xwe bûm. Lê vega pêre estetîk û hunermendîyeke kûr, gerdûnî bûn û nirxên mirovaneyî jî hene.

Di têkiliya jiyan û hunera te de, tiştê/a ku te nedixwest biqewime çi ye / çi ne

Hilmi Demirer: Bend û qedexe bûn

Li gora çavderiyên te temaşevanên şanoya Kurdî kîne

Merivên ku têkilîya wan nêzî şanoyê ye, yên ne kurd hê zêdetir in. Yên kurd jî, ziman û şanohêz, an jî xwendevan in. Bi giştî, mixabin temaşevanên şanoyê ji xwendinê dûr in, çendin ne ji bo hînbûnê, bo dembihûrînê an jî ji neçarî tên. Hin jî hene ku cara yekeme tên şanoya kurdî

Şanogerên kurdî, têkiliya wan ziman çawa ye

Hin merivên me yên kurd hene ku xwe şanoger dihesibîn in, baş e ev ne hewleke xerab e. Lê niha ezê devê xwe reş bikim; Şanogerî xebat û zanebûnî divê, haya wan qet ji rastaxaftinê (diksîyon), bilêvkirinê (artîkûlasyon) û dengzanîyê jî (fonetik) nîn e. Ji aliyê koreografîyê jî nikarin li ser dikê baş bilivin û nizanin gewde, dest û pîyên xwe baş bikarbînin. Li gor pîvanê şanogerên dinyayê bi paş de mane

Divê şanogerên Kurd, kîjan devokan bizanibin

Li gor fikra min divê bi kurmancî be, wek mînak Enstîtûyên Kurdî nîşan daye ku ez jî di nav de bûm, bi salan li televîzyoneke serbixwe li Kurd1’ê devokeke gelêrî û nûjen me bikar anî bû ku, di wê demê de temaşevanan gelekî jê hez kiribûn, lê qet ne weke tevger û peyvên bêpergal yê ‘trt 6/kurdî’

Li gorî te rexneya şanoyî divê çawa be

Divê gerdûnî be. bi armanc, hînkêr û rojane be. Protest û lêgerîner be. Car caran temaşevanan biêşîne, bi rastîyên xwe wana sergêj bike

Derbarê “perwerdehiya şanoya Kurdî” de çi difikirî-

Carnan lê difikirim ku wek mînak, li Zanîngeha Artûklî ya Mêrdînê di beşa Hunerên Bedew de beşeke li ser şanoya sêpanî, muzîk, reqs-bale û sêwirînerîyê vebe. Ger ku dest pê bike, bawerim wê li zanîngehên din jî belav bibe, bi hîn bûneke zanyarî û akademîk. Çawa ku ev bi salan e NÇM, bi tena serê xwe baş bikar tîne, bi şanoyeke gelêrî ‘Teatra Jiyana Nû’, ‘Şanoya Hêlîn’ çand û huner bi pêş ve bir. Çendin ji wan şanoger û hunermendên hêja ji agirê dil, berê xwe dan çiyê, bi bawerîya min hê jî cihê wan vala ye

Li gora te şanoya Kurdî û rojeva Kurdî çi qasî li hev dike

Dibêjim ku bila Şanoya Kurdî bi raman û şoreşên xwe kurdewarî be, azadîxwaz be, nêzî nîjadperestîyê ne be. Navneteweyî, gerdûnî be. Bila hemû temaşevanên dinê jî jê sûd werbigire

Tu dixwazî kîjan berhem, bûyer an jî mijar di şanoya Kurdî de hebê

Li gor min, iro wêjeya kurdî ji şanoya kurdî hê bi pêştir de çûye. Gelek helbest, çîrok, roman hene ku gihîştine standarda nivîskarên navdar yên wêjeya dinyayê. Hin mînakan bidim; romana Jan Dost a bi navê ‘Martînê Bextewar’ her çiqas sêwirî be jî bi devê biyanîyan rastîyên kurdistanê berçav dike. Di nivîsên Helîm Yûsiv de meriv di nava valahîyeke mezin de bandorêke kûr û razber dibînî, çend berhemên şanoyê ji roman û çirokên wî hatine girtin. Yek ji berhemên Hesenê Metê ‘Li Dêrê’ çiqas çîrokeke bibandor e ku bibe teksta şanoyê, evîneke har û kurdewarî,  ji ser axa kurdîstana nerm û germ, dûre koçberîya welatekî biyanî a hişk û sar

You might also like More from author

Comments

Loading...