Nirxandina vistivala şano li rojava

0

Ebdulrahman Ibrahîm

“Pêşketin û serviraziya miletan tê pîvan bi piraniya hijmara kesên wî miletî li ber holên şano û sînemayê” Ev hevok ya ku bêtir di mêjiyê min de meyaye ji hemû gotin, hevok û pirtûkên ku min li ser şano xwendine, û min ew ji xwe re kiriye armanc- li gorî derfetên hindik yên ku didestên min de- lewma hemû hewildanên me û cêwaziya karên me yên şanogerî da ku li ser riya avakirina cemawerek şanoger be, ji ber vê yekê me berê xwe da pêşkêşkirina şanoyan li kolan, çayxane, navendên partiyan, navendên komeleyên sivîl û li gundan

Bê guman vistivalên şano jî yek ji çalakiyên ku cemawer nêzî şano dike û wî avadike, û di vê dervetê de hêjaye bîranînê ku nifşek ji lehengên şanoger karîbûn du vistivalên şano li darxin di salên 1994-1995 li ser asta herêmin kurdî li Sûryê di rewşên zor û zehmet de

Di 27/3/2015 an de dîsa tîrêjek ronahiyê di tariya jiyanê de hate dîtin, dema ku bi bûneya roja şano ya cîhanî û bîranîna Ş. Yek ta, yekemîn vistivala Şano li kantona cezîrê hate li darxistin, bi serperiştiya tevgera çand û huner, gavek li pêş bû û pir hêvî ji bal şanogeran li ser hatin girêdan, di wê vistivalê de hijmarek ji komên çand û huner, û “5” komên serbixwe tevlî vistivalê bibûn, û şanoyên ciwan û li pêş hatin pêşkêşkirin, û wek incama tevlêbûna van komin serbixwe cemawerekî renge reng û bi piranî vistival şopandin, û wiha ragihandin. Lê mixabin alîkarî bi wan koman re nehat kirin -da ku karibin berdewam bin, û vê yekê hişt ku hin kom xwe rêxistin bikin di hundrê tevgera cand û huner de- ji hêla serperiştiya vistivalê, û ni karîbûn xelatên serke wergirin, tevlî ciwaniya karên wan, di baweriya min de ev bû yek ji sedemên ku hişt vistivala duyemin lawaztir be ji hêla tevlêbûna komê serbixwe, û kêbûna cemawer û şopandina ragihandinê ji vistivalê re

Siyemin vistivala şano berya çend rojan bi dawî bû, di derbarê wê de emê hin xalan binerxînin li gorî şopandina me ji vistivalê re (Amadekarî – tevlêbûn – belavkirina xelatan)

Amadekarî

Komîta amadekar îsal hin biryarên cuda ji salên bûrî sitandin, yekem biryar binavkirina komîtên lênerînê li bajaran, biryarek li pêş û incam girtî bû, nemaze ku şano li hemû bajaran hatin pêşkêşkirin, lê belê pirs ewe, çima nehate diyarkirin her şanoyek çend ji sedê jê re divê ta ku were qebûlkirin di vistivalê de?.. komîta lênerînê jî nizanîbû, û li gorî zanyariyên me cend şano li gorî razîkirinê derbasî vistivalê bûn

Xala duyem: gelo di kîjan vistivalan de çêdibe ku Derhinerek bi du şanoyan tevlî vistivalan bibe?! yan lîstikvanek di du şaniwan de bilîze?! Yan şanoyin monodirama di vistivalê de beşdar be?! Yan serokê komîta xelatdayînê têkêsteke wî di vistivalê de beşdar be

Biryareke din komîta amadekar sitandibû ew jî ku vistival li sê bajaran were pêşkêşkirin, dîsa gavek li pêş bû, û wê incamkirtî ba ku û hol û dikên şano li bajaran hazirî ji wan re baştir hatibane kirin.. mînak, dika şano ya bajarê “SERÊ KANIYÊ” bê ronahî bû û her komek ku diçû wî bajarî neçar bû ronahiya xwe bi xwe re bibe! Û li gelek cihan ronahî û mozîk di hundirê şaniwan disekinîn

Tevlêbûn: zengîniya vistivalan bi zengînî û pirbûna rengên beşdar têde ye, çi kom bin, çi beşdarbin. Di vistivala yekem de komek ji bajarê Ranya li başûrê kurdistane tevli vistialê bibû, tevlî pirsgirêkin rê yên ku ji wan re derketin- karê ku em wan şermezar dikin- lê tevlêbûna hin indamên wan zengîniyek da vistivalê, û wiha beşdariya “5” komin serbixwe

 Di vistivala duyem de, hin beşdar ji bakur û başûrê kurdistanê vistival zengîn kirin bi şopandin û nerxandina şanoyan, û wiha beşdariya komin serbixwe ji “5” an daketin “2”, lê vistivala “3” an zuhabû

Belavkirina xelatan

Di hemû vistivalan de komîtek (ji şanogerên pispor) tê bi navkirin karê wan, şanoyan binirxîne û biryara belavkirina xelatan bidin, û di vistvala me de jî wiha bû, lê gelo ev komît  pispor bû di karê xwe de

Hin xal wê bibin bersiv ji vê pirsê re

xelata baştirîn şano a giştî çu ji du şanoyan re, tevlî ku herdû şanoyan tu xelatên din wernegirtin ji bilî baştirîn listikvan, gelo baştirîn lîstikvan bi tena xwe kare xelata baştirîn şano bi destxîne

?xelata baştirîn listikvanê sereke giha “3” lîstikvana, gelo ev ne razîkirin bû

xelata baştirîn lîstikvana jin rola duyem (Lîstikvana alîkar) giha du lîstivanên jin ku rola wan ya sereke bû, ma ev jî ne razîkirin bû

4-xelata baştirîn (şanoya Gelerî) ev xelat di vistivalê de çi ye?! Û ji ku hat?!, tevlî rêz û hurmetên me bo koma Ş. Ezîz Ereb û beşdariya wan zengîniyek bû bo vistivalê

5-xelatin vistivalê 95% hevparbûn! Û di dawî de her kes hate xelat kirin li gorî dilxwestin û razîkirinê

Hêjaye ku mirov xalên erênî jî bîne zimên, helbet kedek tê kirin di van vistivalan de cihê rêzgirtinê ye, û bingeha şanogeran fireh dike, lê xweziya lêvegerek ji vî karê pîroz re çêbuba ta ku incamên xurtir werin bi dest xistin

Heta vistivala çaremin hûn bi xêr û xweşîbin

Comments

Loading...