Pêwistiya Şano

0

(Pêşketina Şaristanî ya her miletekî xuyadibe bi dirêjahiya kesên wî li ber deriyên holên Şano û Sînema yên wan)

Tevlî ku pir gotin di derheqê Şano û pîroziya wê de hatine gotin, lê gotina bûrî ya herî balkêşe ku di mejiyê min de ma

Û di dirêjaya 25 salin bûrî de, bi hemû imkan û derfetên heyî hewil hat dan ku di riya şano de xizmetê bikim, bê guman hin armanc bi cih tên, û hin kar û xebat bêhtir ji wan re divê

Bo min kul û meraqe ku di jiyana xwe ya mayî de bibnim Şanoyke Kurdî resen û xwedî nasname, li rojavayê kurdistanê ser dikên wê werin lîstin, û wiha cemawer bi rêz bin, û ji wan re jî kul û meraq be ku şanoyekê temaşe bikin

Helbet zilim û zordariya sitemkaran li ser me roleke serke lîst di paşketina me ya şanoyî de, lê ev nabe sedem ku her û her em xwe di paş vê xalê de veşêrin, û çavên xwe ji kêmasiyên xwe bigrin, bêy ku em lêvegereke cidî bikin, û bi taybet ku piştî sala 2011 an gelek derfetên erênî peyda bûne, lewra hin xal  pêwiste bi lez li ser wan werin seknandin ta ku bingeheke durist û xurt ji Şanoya kurdî re were danî

Avakirina “Saziyek- Hevgirtinek … ji Şanogerên pispor ku karibe serbereştiya Şano bikedûrî nerînên teng û yek alî  û wê bi rêve bibe

Zengînkirina pirtûkxaneya kurdî û guhdaneke zêde li wergera Pirtûkên Şanogerî nemaze lêkolîn

Pirkirina korsên amadekar ji lîstikvanên Şano re, û bi taybet  zarok, û birengekî durist

……..Avakirina kesên pispor  Diramatic- Sînograf- Dîkor – Ronahî-  Cil û berg

Girêdana têkiliyan bi derve re li ser bingeha sûdwergirtinê şanoyî.

Ebdulrehman Ibrahim

You might also like More from author

Comments

Loading...