Nirxandineke rewşa şanoyê li Rojava

0

• Gotar hatiye belavkirin di kovara POLITIKART
Pir gotinên erênî di derheqî şano de hatine gotin, li ser pêwistiya wê di civakê de: Çaksazî, diristkirin û sererastkirina civakê, bê guman tev rastin, ji ber bi kurtasî (Şano perwerdeye) Hem ji kesan re, û hem jî ji civakê bigiştî re.. Û ji ber vê yekê hebûna Şano ji civakêre mina Oksicînê ye ji zindiyan re.
Dema ku mîr CELADET BEDIRXAN şanoya HEVEND nivîsî û di HEWARÊ de belav kir, sala 1932 an, ew tê gihiştibû bi giringiya vê hunera pîroz, ji wê demê de hewldan têne kirin ku ev huner bi resenî di nava kurdên Rojava de bi cih bibe û bibe xwedî nasnameyeke taybet, lewma kom çêbûn, vistival hatin li darxistin û pir lîstok hatin lîstin.. Lê mixabin ew hêvî bê incam man, û ew hewldan ta îro ne gihiştin armanca xwe ya pîroz, ew jî ji ber pir sideman, hin ji wan:
1-Jiyana kurdin Rojava di bin nîrê zordariya (BESIYAN) bi dehê salan, û berî wê jî desthiladarên zordar, ku ziman, çand û hunera kudî qedexe kirbûn.
2-Mana şano di hundirê komên foloklorî de, ew komên ku partiyên siyasî avakiribûn, û piraniya wan ji bo diruşm û berjewendiyên partîtî bikar tanîn. Û bi vi awayî hem lîstikvan û hem jî cemawer yên wê partiyê bûn, bi wateya ku listikvanê tevlî beşê şano dibû piraniya wan didîtin erkekî partîtî, û di rewşa herî baş de erkekî netewî, wisa cemawer, her komek cemawerên wê yên taybet hebûn, ji bilî şanoyên komên xwe (Partiyên xwe) Temaşe nedikirin.
3-Ne terxankirina diraviyeke baş ji şano û şanogeran re.
4-Kêmasî yan jî tunabûna têkiliyan bi hev re, û bi derveyî Rojava re.
5-Tunebûna şanogerên pispor (Akademî) Weke: Lîstikvan- Derhiner- Sînograf – Diramatorg…
6-Dûrketina şanogerên kurd yên xwedî tecrîbe ji şanoya kurdî, û çûna wan ber bi şanoya Arebî ve. Ev jî sedema wê desthiladariya siyasî li ser şano bû.
Ev hin sedemên ku nehiştin şanoya kurdî li Rojava yê Kurdistanê weke derdorê çi kurdî, çi jî netewin din, û eger ev sedemên borî berdewambin wê lawazî û ne pêşketin jî her berdewam be, wê şanoya me paşmayî bimîne. Lewma pêwistiyeke lezgin heye bipêkanîna van xalin jêrîn:
1-Avakirina saziyeke şanogerî ku piştgêr be ji şano û şanogeran re bigiştî, dûrî destdirêjatiyên siyasetmedaran. Karê wê:
a-Şopandin û piştgiriya şanoyên werin listin, û nirxandina wan.
b-Li darxistina korsên perwerde û amadekina şanogeran, bi hemû beşin xwe.
c-Vexwendina mamosteyan ji derve, yan jî şandina şagirtan derveyî Rojava da ku werne perwerdekirin.
Ç- Li darxistina vistivalên şano dûrî îdyolociyên partîtî, û hewldana vexwendina hin koman ji derveyî Rojava, da ku sûd jê were girtin.
2- Peydakirina piştgiriyeke abûrî ji şano re derveyî partiyên siyasî yên ku alîkariya wan bi merc be.
3- Vekirina peymangeheke şanogerî bi alîkariya kesên pispor.
Ev nayê wê watê ku li Rojava şano tune ye, belê gelek tecrîbeyên ciwan çêbûn û çêdibin, û kesin bi hemû imkan û li gorî derfetên heyî xebatê dikin, lê belê ne di asta hêviyan de ye.

Ebdulrehman Ibrahim/ Qamişlo
24/3/2019

Comments

Loading...