Jiyanameya nivîsera nameya roja şanoya cîhanî 2021: Hêlin MÎRIN,

0

Sazmana Şano ya Navneteweyî (ITI)

Rêxistina Cîhanî bo Pêşkêşkirina Huneran

 

Roja Şano ya Cîhanî 2021 – 27 Adarê

Jiyanameya Hêlin MÎRIN, Keyaniya Yekbûyî

Aktrîsa Şano, Ekran & Televizyonê

Inglîzî (resen)

Hêlin MÎRIN

Aktrîsa Şano, Ekran & Televizyonê

 

Hêlin Mîrin (Helen Mirren) yek ji aktrîsên herî binavûdeng û rêzdar in bi pîşeyek navneteweyî ku li ser şano, ekran û televizyonê xwe vedigire û gelek xelat wergirtine ji bo pêkanîna wê ya bihêz û behrefire, ji wan Xelata Akademiyê di sala 2007an de ji bo pêkanîna wê di Şabanî (The Queen) de.

Şano

Hêlin Mîrin dest bi pîşeya xwe kir bi lîstina Kilyopetra bi Şanoya Ciwanan ya Neteweyî re. Pey re, di Manşisterê (Manchester) de wek nûner xuya kir û ji wir de beşdarî Pargîdaniya Şêkspîr ya Qiralî (Royal Shakespeare Company) (PŞQ) bû. Paş çar salên berçav li PŞQê Hêlin bi timamî rêya xwe guhert, dema ku çû kar bike di pargîdaniya şano Navenda Vekolîna Şanoyê (Centre de Recherche Théâtrale) de ya derînerê navdar Pîter Brok (Peter Brook) û li Afrîka û Amerîka gerya.

Ji hingê were, karê wê yê şano dest bi ser gelek berheman girt di Wêst Ênd (West End), Frîng (Fringe), PŞQ (RSC), Şanoya Neteweyî û Brodwê (Broadway) de li Dewletên Yekbûyî ku di nav de Mehek li Pesarê (A Month in the Country) bû ya ku ji bo wê navkirinek Tonî û Dîlana Mirinê (The Dance of Death) li ser Brodwê beramber Iyan Mekêlin (Ian McKellan) wergirt.

Berhemên paştir di nav de hene Daketina Orfyos (Orpheus Descending) li Donmar Wêrhawsê (Donmar Warehouse) û Şînî Dibe Îlêktra (Mourning Becomes Electra) li Şanoya Neteweyî ya ku li ser wê hat navkirin ji bo Xelata Olivyêr bo Baştirîn Akrtîs (Olivier Best Actress Award).

Di sala 2009an de ew vegeriya Şanoya Neteweyî di rola serekî de di Fêdra Rasîn de (Racine’s Phèdre) ya ku Nîkolas Haytner (Nicholas Hytner) ew der anî. Ev bo dîrok dema ku bû yekemîn berhema şanoyê ku tê tomarkirin ji bo (NTLive)ê û lê tê temaşekirin di sînemayan de li seranserê cîhanê.

Di pêkanînên wê yên herî dawî de di sala 2013an de li Wêst Ênda (West End) Londonê, rola xwe ya Şabanî Ilîzabet ya Duwem (Queen Elizabeth II) dubare kir di Guhdêran (The Audience) de ya Pîter Morgan (Peter Morgan) ku Stîvin Daldrî (Stephen Daldry) ew der anî.

Wê Xelata Olivyêr (Olivier Award) û xelata Watz on Stêc (What’s On Stage) bo Baştirîn Aktrês wergirt. Di Sibata sala 2015an de Guhdêran (The Audience) hat guhestin Şanoya Cêrald Şonfêld (Gerald Schoenfeld Theatre), li Nyo Yorkê (New York) lê Hêlin Mîrin hîna di rola serekî de bû, ku ji bo wê Xelatên Tonî (Tony Awards) bo Baştirîn Aktrês wergirt.

Fîlm & Televizyon

Ji bilî pîşeya wê li ser şanoyê, Hêlin Mîrin pir navdar e bi verastandinên payebilind li ser ekran û televizyonê.

Di sala 2003yan de Hêlin Mîrin wek Xanimek Şahinşahiya Birîtanî (a Dame of the British Empire) hat destnîşankirin.

 

Hûrgiliyên pirtir derbarê karê wê li ser şano, ekran û televizyonê, herwilo xêrxwaziyên ku ew li ser wan radighîne û jiyana wê tê dîtin li malpera wê: www.helenmirren.com

Werger ji zimanê Ingilîzî: Yûsiv Hemê

Koma Şano- Sirya/Qamişlo

Comments

Loading...