Kurd û şano..astengî û aso (2)

0

şano di dîroka  gelan de

Yekemîn huner ku mirov naskir û bikar anî sema û dîlan bû, bi wan reqs û dîlanan xwe nêzîkî xwedwendan dikir, û hestên xwe diyar dikir, şano weku hunerek bingeha wê drama ye ji wan reqs û dîlanan hate zayîn.

1-Şanoya Igrîk :

Şano cara pêşîn li nik gelê yûnanistanê peyda bû di sedsaliya şeşan berî zayînê de, pirtûka-Eristo-(hunera helbestê) yekemîn pirtûk e di warê rexin û rêgehên hunera şanoyê de ye.ne xasim ya bi rengekî helbestî hatiye nivîsîn,

Ligor (Eristo) dibêje :

(Şanoya tiracîdîk ji hunera (dîthramb )ê ya ku di fîstîvalên diyonosî dihate gotin bi rengê helbest û sitran çêbûye)

 Efsaneya Yûnanî dibêje : Lîstikvanê pêşîn  (Thîsbîs) bû yê ku roleke sereke di çîroka dîtrampî de dilîst , her ku monolocek straba (kewres) lê vedigerand.

Di sedsaliya pêncan berî zayînê de şanoya yûnanî gihişte asteke bilind, di vê demê de bêtirî hezar deqên şanoyê hatin danîn, lê mixabin tenê sîh û yek ji wan man û gihiştin destên me.

Nivîskarê şanoyê yê bi nav û deng  (Esxîlos-Sofoklîs-Yorbîdis) bû,tiştên hevbeş di navbera şanoyên tiracîdîk yên Igrîkan de ku tev li ser bingeheke helbestî hatibûn avakirin, her weha axaftin û hevpeyvîn di navbera kesatiyên şanoyê de bi dorê dihatin belavkirin (bêtirî sê kesan bûn),ji alî xwe ve kewres sirûd dûbare dikirin, çîrok û mijarên wan tev ji efsane û dastanên kevnare û dîroka gel bûn.

Ev şanoyên tiracîdîk di ahengên Diyonosî dihatin pêşkêşkirin û di pêşbirkek şanoyî de sê şano dihatin helbijardin bo pêşkêşkirnê, ji mercên pêşberkê divabû mijara şanoyê rexnekirina xwedawendan be.

Di orta sedsaliya pêncan berî zayînê de komîdya jî pêşketineke mezin jiyankir , ji komîdvanên bi nav û deng di wê qûnaxê de (Eristovanos)bû bi şano ya xwe ya hêja (beq), vê komîdyayê kesatyên giştî rexne dikir .

Di sedsaliya çaran berî de komîdya cihê tiracîdya girt.

Di rêya rewşenbîriya hilinistî û Iskenderê mezin şano ya yûnanî li cîhanê belavbû.

Heger em li avahiya şanogeha yûnanî binerin em dibînin ku hemû şano li ber ba pêşkêş dibûn, asomanê şanoyê grover e, hawîr dorê ji binî ta jor rûniştokên rengê pêpelîkan e, li ser girekî bi şêweyekî nîv grover e, têra ji (15000 heya 20000)bîner dikir, bê pere amade dibûn, çimkî şano wek dezgeheke giştî ya dewletê yan bajar ew alavek bû ji bo perwerdekirnê û bîrweriyê û pak kirna sincî bû.

Hemû lîstikvanên şanoger cihê rêzgirtinê bûn li nik gelê yûnanistanê.

2-şanoya Romanî :

di babelîska sisyan berî zayînê de şanoya Romanî pêşket, ev şano girêdayî ahengên olî bû yên ku bi piranî dihatin li dar xistin, û rolek xemrevînî û serşahî jî dilîst.

Komîdya şêweya gelêrî bû ya ku hate naskirin di Romana Kevnar de, ji destpêka babelîska dudwan berî zayînê de li ser destê (Bilotos û Tîrîns)pêşket.

bandora komîdya Igrîkî pir li şanoya romanî hebû.

ji tiracîdyên tên naskirin li nik Romaniyan şanoyên (sînîk)di sedsaliya yekemîn berî zayînê de, û şanoyên (salon) yên li ser şopa şanoya Igrîkî dimeşyan.

Piştî ketina şaneşahiya Romanî û peydabûna fermandariya dêrê (Xiristanî) şanoya kilasîk ya Romanî û Igrîkî di çanda rojava de li ser dirêjahiya pênc babelîskan nevedî bûn.

Şanoya klasîk ya nû

Di serdema hişyarbûnê de li Ewropayê û piştî şoreşa olî ya brostantî bi serokaitya (Martin Lother) ji nû ve şano vejinî û ji şêweya xwe ya olî ya pîroz derket  û debasî şêweyek jiyanî bû, wisa şanoger vegeriyan şanoya yûnanî ,û berê wê dane asoyên nû û fireh, bi demê re gelek rêgeh û dibistanin şanogerî peyda bûn(Romantîkî-Soryalî-Dadayî…û gelek din)

cardin şanoyê di çanda gelan de cihê xwe girt wek hunerike buha û serbixwe û bi demê re di gelek guhertinan re derbasbû.

-Kurd û şano

Miletê kurd ji kevintirîn miletê rojhilata navî ye, ew miletekî zindî ye, bêguman Eger ew nîrên dijwar û serpêhatiyên ku bi serê vî meletî de hatin bi serê miletekî din hatiban ewê ji zûde tune bûba.

Ev miletê Kevnar ku şahinşahiyên mezin û şaristaniyên gewre di demekê de li vê hirêmê avakir, ez nikarim bawer bikim ku şêweyên hunera şanoyê qet li nik wî peyda nebûne, nexasim gava em bizanibin ku di wê dema ku şano li yûnanistanê pêşketîbû Mîdî sînordaşên wan bûn,( li ser jiyana şanogerê yûnanî yê bi nav û deng (Yorbîdis)hatiye nivîs ku malbata wî ji ber mîdiyan bazdabûn), lê mixabin lêgerîn bê sûde ye, dijminên miletê kurd dîroka kurdan ya ser ax û bin ax tev talankirin û dane ber windabûnê.

Di serdema nûjen de dîsa gelê kurd bindest ma û nebû xwedî dewlet, dijminan bi rengekî berdoz şerê ziman û çanda wî kirin, miletê kurd her dem bi şerê ji bo hebûna xwe mejûl maye.

 (Adil Duran) dibêje:( Kurd û Şano gelekî dişibin hev. Ez dikarim vekirî bibêjim Şano di warê mijar û bûyeran de bê kurdan nabe)

Kurdan her dem karîbûn çarê bibînin, ew serpêhatî û bûyerên mezin ew efsane û dastanên gewre tev li ser lêvan rakirin, kirin stran û çîrok ,dayikan di wan şevên tarî de ji zarokên xwe re digotin, û dengbêjan jî li oda distirandin wekû helbest, wisa mirovê kurd koltora xwe ji tinebûnê parast, û ji nifşekî gihişte nifşekî , koltorek pir zengîn ji bûyerin tiracîdîk û efsaneyên gewre û dastanin bilindbuha û çîrokên gelêrî kete ser hev mîna (Mem û Zîn-Siyamend û Xecê-Zembîl firoş-Kela dimdim-Memê alan-cejna newrozê-reqs û dîlan-foloklor……td)ev tev dibin mijar ji bo şano û bîna şanoyê ji wan tê.

Di gel hemû astengî û alûziyên ku li pêşya kurdan hatin danîn,lê belê wan xwe ji şano pê par nehiştin.

Di lêgerîna min de li şanoya kurdî min gotarek dît ji nivîskar (Adil Duran)re têde hinek şanoyên kurdî ku hatine lîstikandin û nivîsandin dihejmêre giringe ku ez destnîşan bikim

( – Di sala 1919 an de Kurdekî navê xwe Abdul Rahmane destana Memê Alan dike mijarê şano û dileyîze, rêgeha kevnar a yûnanî ji xwe re dike rêber.

 -Di salên 1918-1919 an de li Istenbolê komela jinên kurd du listikên şano tînin holê lê mixabin ew çi lîstikin û bi çi rêgehî hatine afirandin û mijarên wan çine, nayê zanîn.

-Di sala 1930′ de Kurdên ku li Rusyayê perwerde bûne li bajarê Elegezê destana (Mem û Zîn) dileyizin.

-Di sala 1931′ de Ereb Şemo listikekê bi navê (Koçekên derewîn) amade dike û tê listikandin.

-Di sala 1934 an de Ehmedê Mirazî ‘listikekê bi navê (Zemanê çûyî) dinivisîne.

Di sala 1946 ê de dema Komara Mahabadê de lîstikek bi navê ‘dayika Niştîman’tê afirandin. Mirov dikare her wek Mîlodrameke polîtîk bi nav bike.

Dîsa Niviskarê nemir Mûsa Anter di sala 1959’an de berhemeke şano bi navê ‘Birîna reş’ dinîvisîne.

– ji salên 1970 û virde li Rusyayê ronakbîrên Kurd karê şano pêş dixînin û di wê demê de gelek berhemên nû têne afirandin wan yek bi yek rêz dikim;( Beqelên teyrê elegezê-Ker û kulikê silêmanyê-reva jinê-zewaca bê dil-sinko qîza xwe dide mêr….) û gelek berhemên din, hin li meydana listikê hin jî wek (şirovekirin) di Radyoya Erîvanê de hatiye bi karanîn.

 Di wan salan da nivîskarên kurd gelek mijarên şano ya navnetewî jî wergirandine zimanê Kurdî wek berhemê Gogol ‘hesêbgêr’ wek berhemê Vîktor Hîgo( ‘yên belengaz)’.

 Di wan salan de li Silêmanyê dibistana Huner tê avakirin û ji bo pêşxistina şano û lîstikvanan roleke mezın dıleyize.

Wek (Emîn mirza kerim); berhemén ku bı navé ‘şoförzerrîn’ û ‘qerar û dawî’ dıafırîne.

mamostê bı nav u deng Refik çolak ‘Molyêr’ é dıxe ser meydana listıké.

û dîsa jı bo Zarokan nıvîskaré şano Omer A.Rahim berhemekî bı navé ‘Ked’dınıvisîne û sımko Aziz wé berhemé dike şano .)

dı salén 1970-1972 an de gelek mıjarén şano wek programên Radyoyé hatıne zıman.’eloyê newêrek’xecé û siyamend..

wan salan lı Kerkûkê jî -selman Faik- (dayéké şehid-‘peşmerge kotayi-derbegi’) bı ewan lîstıkan bı régeha rojava karé şano rahıştiye qûnaxeke bılınd.. )

dîsa (Adil Duran) dibêje :” ew lîstıkên ku jı mêj ve heya îro hatıne şanokırın; şıklé wan yê rêgehî,şıklê naverokê û armancê, lîstık û xurtbûna lîstıkvanan di warê huner û naverokê de ne dı çerçeva hunera rındbuhayê de ye.”

“Lı gor sêkoşeya lîstık-listıkvan û temaşevanan tıxûbên Şanoya Kurdî gelek tenge. ew lîstıkên ku jı mêj ve hatıne şanokırın bê rexnekırın û bê rêgeh û bê desthılatî çê bûne.”

Li gor nerînên Mamoste (Adil Duran)em dibînim ku tunebûna rexnevanên şanogerî û pisporên şanoyî yên têgihiştî bi rêgehên vê hunerê bi rengekî zanistî, û rewşa tevgera polotîka kurdî, ew bûn sedema ne pêşketin û nebûna şanoya kurdî

You might also like More from author

Comments

Loading...