Kurd û şano..astengî û aso (1)

0

Imran Yûsiv

Şano hunerek e, têde ronahiya giyanî jiyana mirov ronî dike) “Şildon Tşînî”)

 Ev pênasîn ji hemû pênasînên hunera şanoyê bêtir nêzîktirî rastiyê ye, ev hunera gewre berî her tiştî bandorê li giyanê mirov dike , serxweşiyek giyanî pêre çêdike û wî bi xwe re hildide asteke bilind û pîroz.

Giringiya şanoyê ji vê tê, wek hunerekê qurmên xwe kûr berdane dîroka mirovanhiyê, û şaxên xwe berfireh vedane hemû beşên jiyanê ta bûye nîşana pîvana şaristaniya gelan, jiyana wan bi hemû xweşî û nexweşiyên wê diyar dike.

girêdaneke cedilî di navbera hunera şanoyê û jiyana mirov ji mêj ve hebû. koka şanoyê lûsekirine ,ev lûsekirin kiryareke mirovaniye(zarok di salên xwe yên pêşî de lûsekirina mezinan dike û di lîstikên xwe de jî ev kiryar tê diyarkirin mîna lîstika xanîkan û dema keça biçûk bûka xwe dike xew de yan jî şîr dide……….t.d),ev kiryar li nik mirov peyda bû ji destpêka hebûna wî li ser rûyê vê zemînê, bi livandina laşê xwe lûseya xweristê dikir (xuşxuşa pelê daran-–xumxuma ava çeman –çipçipa baranê-gumguma bayê-lêdana dil…..td) ew livandina bi laş ku rengê sema û dîlanê bû, ew bi xwe kiryareke dramî bû ,mebest jê lûsekirina xweristê û razîkirina xwedawendan bû, ew bû liba ku şano jê çêbû.

ez dikarim bibêjim ku hunera şanoyê (hunerê drama) pêwîstiyek giyanîye ji bo mirov, lewre em matmayî namînin dema çîroka zayîna şanoyê dibhîzin

Weku tê zanîn gelê yûnanistanê pir guh dida jiyana rojane ,xwedawendên ku diafirandin û bawermendiya wan dikirin, rewşa wan xwedawendan nêzîkî rewşa mirovan bû, yek ji wan xwedawendan navê wî (diyonosyos)bû ev jî xwedawendê xwerist û meyê , serxweşî û hovberiyê bû, yûnaniyan pir ji wî hezdikirin û gelek rêz jê re digirtin, wisa fistîvaleke salane ji bo wî lidardixistin, di vê fistîvalê de kêf û şahiyên hovber, stran û dîlan weke teqsekî taybet dikirin, di vê rojê de milet tev derdiket kolanan, çimkî (dyonosyos)xwedawendekî pir hezker û hêjayî bû, nêvî wî xwedawend û nêvî din mirov bû, serxweşiya giyanî dida kesên di wê şahiyê de beşdar dibûn.

Hunerê şano yekser ji wan şahiyên diyonosî çêbû, ji wan stranên ku dihatin gotin û ji wan dîlanvanên bi berçavk û ber rû hunera şanoyê pêkhat .

 cihê ku li ser dîlan dibû navê wî bû (şanogeh), şahyar û dîlanvan bûne (lîstikvan),ew kesên stran diafirandin yan jî distiran bûne (helbestvan)yan jî (dramavan),yên mayî evên beşdariyek giyanî di wê fîstîvalê de dikirin bûne (bîner).

Wisa hunerê şanoyê destpêkir û roj bi roj pêşve çû ta gihişte vê şêweya ku îro em dibînin

Bandora şano li civakê

rola ku şano dilîze di civaka mirovan de ne weku rola tu hunerekî dîtire,ango bandora wê yekser û ber çav li ser civakê heye

” nûka tu li mal rûniştiye, û pirtûkek di destê te de heye tu dixwîne, ev pirtûk dibe ku helbeste yan romane yan çîrok be.

 Gelo !çi bandora vê pirtûkê li te heye û tu bi tena xwe ye ?

 pir pir belkî kêlîkê rondik ji çavên te biherikin yan tu bikene yan tu aciz bibe, ev li gor mijara pirtûkê dimîne, lê tu çi dikarî bikî? ev bandoreke demkî ye.

De ka êdî xwe bibîne di hundirê şanogehekê de, vaye şanoyek li ber çavên te pêşkêş dibe, tu yek ji bîneran e, hawîr dora te bînerên mîna te ne, li ser textê şanogehê lîstikvan dilîzin, jiyana te şanî te dikin, ji nişka ve lîstikvanek yan jî dîmenek di şanoyê de hestên te tev tevradike, ne tu tenê ye yê digrî yan dikene yan aciz dibe, bi dehan mîna te hene.

taybetmendiya şanoyê ji vê tê, loma Napilyon gotiye (şanoyekê bide min ezê miletekî bidim te)

Şano weku huner dikare bîr û baweryên gelan biguherîne, dikare bîr û baweriyan ava bike, dikare gelan perwerde bike, dikare guhertinên mezin di civakê de bike, û dikare jî şoreşekê li dar bixe.

ji mêjve hunerê şanoyê vê rola xwe ya giring û buha di civakê de dilîze, wisa em dibînin ku ew li nik gelê yûnanistanê bibû dezgehek ji dezgehên dewletê ji bo perwerdekirnê û pakkirna giyanî û sincî.

şano hunereke komelî ye

ji xweristiya hunera şanoyê ku ew hunereke ber fireh e, gelek huneran di hundirê xwe de himbêz dike mîna( mûzîk- dîlan- çîrok- helbest- şêwe)

vê hiştiye hunera şano bibe hunereke komelî ,ango da ku şano digihêje qûnaxa pêşkêşkirinê divê  gelek hunermend û afrîmend beşdarî kar dibin.

ji nivîskarê deqa şanoyê destpêdike ta derhêner, lîstikvan, mûzîkvan û sazkerê dîkorê… û gelek din.

 “Stanslaviskî” dibêje: (karê komelî yê hunerê me şano li ser ava dibe, divê hebûna komeke hevgirtî, û kî ji komê cuda bibe yan derkeve gunehekî dike ne tenê dijî hevalên xwe lê dijî vê hunera ku kar ji bo wê dikin)

ev karê tevahî divê hevkarî ,lihevkirin û hezkirin têde peyda bibe bo xizmeta şanoyeke hêja, ango kes bi tena xwe ji wanê ku me anîne ziman nikare şanoyekê pêşkêş bike.

Ji ber ku bingeha  hunera şanoyê (drama) ye ango (kirin)e loma hunerek tenê ji wan huneran taybete bi şano, ew jî lîstikvanî ye, em dikarin bêjin ku lîstikvan ew dirahêle taybetmendiya şanoyê, şano bê lîstikvan tuneye û nabe.

Borîs Zaxava “dibêje:(helbestvan û şêwekar berê xwe didin xwendevan û bîner bi rengekî serast, û nivîskarê şanoyî ew jî di rêya pirtoka xwe wek karekî wêjeyî serast berê xwe dide xwendevan, lê ev tevde ji dervey şanoyê dibe. di hundirê şanoyê de nivîskar û derhêner , sazkerê dîkorê û mûzîkvan tevde berê xwe didin yê bîner di rêya lîstikvan re, yan bi girêdana pêre gotara xwe dighêjin yê bîner.)

şano û bîner

Bner beşeke sereke ye ji şanoyê, em nikarin şanoyekê bê bîner bînin ber çavên xwe, ev ne bûye û nabe.

 (gotara şanoyê ji şander û pêşwaz ava dibe, şanderê ku nameya şanoyê dişîne lîstikvan e, û yê vê nameyê pêşwaz dike bîner e)

weku lîstikvan beşê sereke ye di pêşkêşa şanoyê de wisa bîner beşê sereke yê dîtir e, û nebûna wî nebûna  pêşkêşkirna şano ye.

ev têkiliya di navbera şano û bîner de têkiliyek cedelî ye û yekîtiyek e ku nayê ji hev xistin, lewre divê şanoger û her kesê ku di vê hunerêde dixebite- çi nivîskar yan derhêner yan lîstikvan be- qenc bînerên xwe nasbike (jiyana wan-hiş û ramanên wan-êş û nexweşiyên wan-kêf û şahiyên wan-xewn û hêviyên wan….t.d)

bi dîtina min şanoya ku jiyana bîner têde peyda nebe ew şano dûrî rola xwe dikeve û tu bandora wê li bîner wê tine be û karekî erzan û bê sûde dimîne.

You might also like More from author

Comments

Loading...