Jiyanameya Jon Fosse

0

Koma Şano

Jiyanameya Jon Fosse. Nerwêc

Roman nivîs û Şanonivîs ê Nerwêcî

Wergerandin: Salar Mihemed

Jon Fosse nivîskarekî Nerwîcî navdare ku di sala 1959 de ji dayik buye. Ew bi berhemên xwe

yên berfireh tê naskirin, ku tê de şano, roman, berhevokên helbestan, gotar, pirtûkên

zarokan û werger hene. Şêweya nivîsandina Fosse wek mînîmalîzm (nermahî) û kûrahiya

hestyarî ve tê taybetmend kirin, ku wî dike yek ji şanogerên herî zêde ku jêre hatiye

pêşkêşkirin. Di sala 2023-an de, ji ber lîstik û proza xwe yên nûjen ên ku deng dide tiştên ku

 .nayên gotin, Xelata Nobelê ya Wêjeyê wergirt

Berhemên Fosse ji bo zêdetirî pêncî zimanan hatine wergerandin, ku li seranserê cîhanê li

ser hezar sehneyan hatine pêşkêş kirin. Lîskên wî yên mînîmalîst û hundurîn, ku pir caran bi

proza lîrîk û helbestê re sînordar in, kevneşopiya dramatîk a ku di sedsala 19-an de ji hêla

Henrik Ibsen ve hatî damezrandin, berdewam dike. Karê Fosse bi şanoya post-dramatîk

hatiye girêdan , û romanên wî yên berbiçav tên ravekirin wek post-modernîst û pêşengî ji

.ber kêmîmalîzm, lîrîzîzm û karanîna hevoksaziyê ya neasayî

Fosse bi lîstika xwe ya bi navê “Nokon kjem til å komme” (1996; “Kesek Dê Bê”, 2002),

navdariya xwe wekî dramatîstek navnetewî wergirt. Ew roman bi kêmkirina tund ya ziman û

vegotina hêzdar a hestên mirovan tê nasîn. Fosse ji hunermendên wekî Samuel Beckett û

Thomas Bernhard îlhama xwe digire, ku çawa têkiliyên herêmî bi teknîkên modernîst pev

girêdide. Berhemên wî nediyarbûn û qelsiyên serpêhatiyên mirovî bêyî heqareta nihîlîstî

 .nîşan didin

Di lîstikên xwe de, Fosse gelek caran gotin an dîmenan nîvco dihêle, hestek tengezariyek

bêçareser diafirîne. Mijarên nezelaliyê û xemgîniyê di lîstikên mîna “Natta syng sine songar”

(1998; “Stranên bi Şev”, 2002) û “Dødsvariasjonar” (2002; “Guherînên Mirinê”, 2004) de

têne lêkolîn kirin. Wêrekiya Fosse ya ku di nav fikarên jiyana rojane de kûr diçe,û derbasî

 .naskirina wî ya berfireh bûye

Romanên Fosse, wek “Morgon og kveld” (2000; “Sibeh û Êvar”, 2015) û “Det er Ales” (2004;

“Aliss di Agir de”, 2010), zimanê wî yê yekta destnîşan dikin ku bi rawestan, navberan,

înkarkirin, û lêpirsînên kûr ve tê naskirin. Trîlojî “Trilogien” (2016) û septolojî “Det andre

namnet” (2019; “Navê Din”, 2020) bêtir lêgerîna Fosse ya evîn, dijwarî, mirin û lihevhatinê

.nîşan dide

Bikaranîna wêne û sembolîzmê ya Fosse di berhemên wî yên helbestî de diyar e, di nav de

“Sterk vind” (2021) û berhevoka wî ya helbestan “Dikt i Samling” (2021). Her wiha

.berhemên Georg Trakl û Rainer Maria Rilke wergerandiye Nynorskî

Bi giştî, karên Jon Fosse cewhera rewşa mirovî vedikolin, mijarên gumaniyê, xemxwariyê,

evîn û windabûnê digirin. Bi şêwaza nivîsandina xwe ya yekta û vekolîna kûr a rewşên

 .rojane, wî di wêje û şanoya hevdem de xwe wekî kesayetek sereke destnîşan kir

Wergerandin: Salar Mihemed

Sirya / Qamişlo Koma Şano

لتحميل الرسالة رابط PDF أعلاه

You might also like More from author

Comments

Loading...