“Jînenîgariya Lîstikvana Misrî “Semîha Eyûb

0

Dezgeha Şano ya Navnetewî

Rêxistina Cîhanî ji bo Hunera Şanogerî

Roja Cîhanî ya Şano 2023 – 27ê Adarê

Jînenîgariya Semîha Eyûb -Lîstikvana Misrî

Samiha Eyûb Lîstikvana Misrî Lîstikvaneke Misrîye, li taxa şubra ya Qahirê ji dayik bûye. Ew ji Enstîtûta Bilind ya Hunera Şanogerî derçûye di sala 1953 an de, ku ji hêla şanoger Zakî Tulaymat ve hatibû fêrkirin. berhemên wê di warê karên hunerî de gihiştiye nêzî 170 şanoyan, ji wan Raba’a Al-Adawiya, Sikat Al-Salama, xwîn li ser Perdeya Kabê, Axa Mehmûd, û Girovera Tebeşîra Qefqazî. Herçiqas karên şanogerî serdestbûn di piraniya karên wê yên hunerî de, lê gelek beşdariyên wê hebûn di sînema û televisiyonê de. Di sînema de, ew navdarbû di riya gelek fîlman de, ji wan Xaka Dirûtiyê, Berbanga Islamê, Bi Kêfxweşî, û Di Nav Kavilan de. Û di televiziyonê de, wê gelek karên berbiçav pêşkêş kirin, yên herî navdar wek Ronahiya Bêserûber, Dem ji Gulan re, Dotmîrek li Abdînê, û Al-Masrawiya. Wê gelek xelat wergirtine ji hindek serokan mîna Cemal Abdilnasir û Enwer Sadat, herwiha ji hêla serokê Sûrî Hafiz Al-Esed û Serokê Firansa Giscard d’Estaing

Werger ji zimanê Ingilîzî: Salar Mihemed

Koma Şano Sirya/ Qamişlo

فتح الصورة
Semîha Eyûb

You might also like More from author

Comments

Loading...