Nameya roja cîhanî ya şanoyê 2017

0

 

Îsabelle Huppert
Ev bûye 55 sal ku salê carekê di Buharê de rojek cîhanî ji bo şanoyê bi rêve diçe, rojek ango 24 katan ji aliyê NO û Bunarku ve tê destpêkirin û li Opêreya Bikîn û Le Kasakali derbas dibin. Di navbera Yûnanistan û Îskendaviya de, Îşîl ta Ibsen, ji Sophocole ta bi Strinberg, di navbera Îngiltera û Îtaliayayê de, ji Sarah Kane ta Pirandello herweha di navbera Firansa û welatên dîtir de radiwestin. Cihê ku em lê dimînin ango Parîs weke bajarekî cîhanî hejmara herî zêde ji tîmên biyanî pêşwaz dike, pişt re 24 katên me, me ji Firansa dibin Rûsiyayê, ji Racine û Molyêr ta bi Çîxov, paşê oqyanosa Atlasî derbas dike da ku kampeke Kalîforniya bi dawî bibe, li wir hin ciwan dê bo Şanoyê werin vexwendin, ji ber ku şano ji herdem ji xweliyê vedije, ev bi xwe weke gerdîşekê ( rêkeftinekê)ye divê bêrawestan ji hole netê rakirin da ku li darê jiyanê bimîne, şano jiyaneke wê ya lehiyane heye dem û ezmên dibire, deqên şanoyê yên hemdem bi sedsalên bihûrî hatine nandan, sercemên herî kevneşop(kilasîk) nûjen dibin gava em ji nû ve derdixin meydanê.
Rojeke cîhanî ji bo şanoyê, ne rojeke bê wate ye ji jiyana meya rojane, ev roj rûbereke berferh ji dem û ezmên vedijînê, û ji bo vexwendina esîman-demekê min hêvî dikir têkliyê bi şanonivîsê ferensî Jan Tardiyo re bikim, ew mirovê afrîner û xwedî raz , ji wî re dibêjim: Ji bo asîmên, ew dipirse kîjan riya dirêj a herî nêzîk ji xalên dîtir e… ji bo demê ew destnîşan dike ku du caran xulekên demê divê wisa werin bilêvkirin (Zindî,Nemirî) li ser asîman-demê careke dibêje: ( berî xewkirinê du xalên cihê di hişê xwe de biçespîne û demê bijmêre da ku di xewnê de ji xalekê bo ya dîtir veguhêzî) gotina xewn dide xuyakirin ku belkî Jon Tardiyo û Bob Wîlson hevdu dîtine.
Herweha em dikarin derencam bikin ku roja me ya cîhanî ya şanoyê û di heman demê de Samoyêl Becket bînin bîra xwe, yê ku bi şêweyê xwe yê bilez dibêje: Oh roja xweş a ku dê hatibe.
Bi mijûlbûna nivîsandina vê nameyê re, ez şareza me ku ji min hatiye xwestin, û hêşt ku hemî xewn werin bîra min. ez ne bo tenê bighêm hola UNESCOyê, hemî kesayetiyên ku min anîne zimên wê li gel min werin.
Rolên ku emê li vir bihêlin, wê bidawî bibin, lê ew rol wê me têvedin jiyana bin axê: Fêdre, Armanite, Orland, Hedda Gabbler, Mêdêe, Marteuil, Blanche Dubois….herwisa hemî kesên min jê hezdikirin û jê re li çepikan dane dê li gel min bin, li wir ezê tevlî cîhaneke bi serûber bibim. Ez yûnanî me, Efrîqî me, vînîsî me, sûrî me, rûsî me, berezîlî me, faris im, romanî me, îspanî me, Mersîlî me, Niyoyorkî me, fîlîpînî me, erjentînî me, nerwêcî me, eleman im, Nemseyî me, îngilîz im, bi rastî tevyaya cîhanê me … cîhangeriya rast li wir e.
Di sala 1964an de bi boneya roja şanoyê, Lorans Olîviyê ragihand ku piştî sedsalekê ji xebatê, li dawiyê şanoya niştimanî li Îngiltera hate li darxistin, hingê wî dixewest ev boneya cîhanî be, ewî dizanî ku Şêkispîr nasnameya her kesekî li cîhanê ye…
Min dixwast tu bizanibî ku nameya yekê ya roja cîhanî ya şanoya ciwanan li sala 1962an de bo Jan Kokto hate spartin, di serî de ew pê peywendîdar bû ji ber ew danerê pirtêka( geştek li dor zemînê di 80 rojî de), te bi awayek cuda geştek li derdora cîhanê pêkanî, te tê de 80 pêşangeh û 80 fîlm pêşkêşkiribûn…. Min got fîlm jî ji ber ku tu cudahî di navbera lîstina li serşanoyê û ya di fîlman de nine, tiştê mat ew e ku ez hercar vê gotinê dikim, lê ev yeka rast e, weha tu cudahî nîne .
Ez li vir daxêvim, lê ez ne li ser xwe diaxêvim, ez ne leyzvanek im, ez yek ji wan im ku bi keda wan şano hatiye jiyanê û berdewam dike, ev erkekî me yî biçûk e; û hewcedariya me ye, çawa bêjin: me şano ne daye çêkirin, em bi saya wê hene, şano pir bi hêz e, ew heya di ser her tiştî re ye, di ser cengan re ye, di ser çavdêriyê re ye , di ser perîşaniyê re ye, bes e em bêjin ku ( dîkor dîmenekî tazî ji qonaxa bêdawî re ye) derbaskirina akterekî yan ekterekê wê çi bike? Çi bêje? Çi bêjin?
Li vir ez li ser xwe naxivim, ez ne ekter im, ez yek ji vî cemawerî me, cemawer li bendê ye, ewê vê yekê bizanibe, tu şano bê cemawer tune ne, ji me tê xwastin em ji bîr nekin, kesek ji beşdaran cemawer e!
Daniştokên vala tunene, li dawiyê pîrejin dibêje: belê belê bila em bi serbilindî bimrin, bila em bimrin da ke em têkevin efsaneyê… bi kêmanî rêyeke me dê hebe.
Roja cîhanî ya şanoyê ji 55 salan de heye, ji 55 salan de, ez jina heştê me ku ji min hatiye xwestin namekê bixwînim, li dawiya dawî nizanim heger ev name babet be yan na, pêşiyên min li ser şanoyê şano, nîgaş, azadî û regezê axivîne û çandên cihêreng, bedewî û doz bê bersiv anîne zimên.
Di sala 2003an de, tenê berî çar salan Dariyo Fo got: tenê çareyek di hêviya danalîkirina kesên durû de heye, bi taybetî durûtiya li dijî wan ciwanên ku dixwazin fêrî hunera şanoyê bibin, herweha ekterê nû, ev yeka jî bê guman bi qeydkirina destkeftiyan bi awayekî nû derencam dibe.
Sûdeyên nû divê bi şêwazekî nû di bernameyeke ne siyasî de werin bicîkirin?
Madem ku ezê berî hilbijartinên ferensî li Parîsê beşdar bibim, ez pêşinyar dikim ku ewên dixwazin me birêve bibin, bila haya wan ji sûdeyên şanoyê hebe, lê ne ji bo danedûva sihirbazan.
Sebartî min şano wateya tiştên dîtir dide, wateya diyalogê dide, herweha wateya nebûna heznekrinê û hezkirina di navbera gelan de, ez pir nizanim ev çi wateyê dide , lê ez bawer dikim civak ji bîner û ekteran hez dike, tiştê tê nivîsandin, wergerandin, zelalkirin, lixwekirin, tê xemilandin, tê şîrovekrin, pêrabûn, civakê dike yek, agno me diparêze , me kom dike ser hev, ez bawer dikim bi qaserî ez jê hes dikin ew jî min hez dike. Tê bîra min ku berî rêvberê şanoyê perde hildana her êvar bi dengekî sert digot: cihekî xwe li ser şanoyê bigire … ev gotina min ya dawiyê ye … spas.
Wergerandin ji Firensî: Mihemed Billo, Fekulta Wêjeyê- Beşê zimanê Firensî-.. bi alîkariya Nûrî Qadir

Comments

Loading...