Nameya roja cîhanî ya şano 2019

0

Nameya roja cîhanî ya şano 2019
Karlos Celdran, Kûba
Beriya derketina min li ser dikeya şanogehê, mamosteyên min ên hoste li wir bûn. Wan li ser kevneşopên jiyana xwe wargeh û şêwazeke helbestvanî avakiribûn. Gelek ji wan nayên naskirin yan jî kêm caran tên bîra me: wan di bêdengiyekê de kardikirin, di aramiya odeyên dûbarekirina lîstokên xwe de û di şanogeha dagirtî de.
Piştî salên xebateke bê hempa, ew hêdî hêdî di van cihan de ji holê hatin rakirin, piştre winda bûn. Dema ez têghîştim ku çarenûsa min di berdewamkirina rêça wan de ye. Min di heman demê de naskir ku min ji kevneşopiyên wan gelek ezmûne girtiye, jiyankirina di dema niha de bêyî ti hêviyeke din ji bilî gihaştina zelaliya kêliyên ku ji nûve nayên bidestxistin. Kêliyeke lirasthevhatina bi kesên din re di nava tarîtiya şanogehekê de, bêyî ti parastineke din ji bilî rastiya bizavekê, peyvekê ku dide xuya kirin.
Cihê jidayîkbûna şanoya min, ew in van kêliyên rastîhevhatina bi temaşekerên ku êvar bi êvar berê xwe didin şanogehên me ye, ji taxên herî cihêreng ên bajarê min, ji parvekirina hinek seatan bi me re, çend xulekên biçûk. Ji van kêliyên tekane jiyana min diafire, dema ez ji xwebûna xwe, û ji êşkişandina tenê ji bo xwe dûrdikevrim, û dema ez jinûve jidayîkdibim bi naskirina wateya peywira minî şanogerî: jiyankirina rastiya sade ya kêliyên vedimirin, dema tiştên ku mirov dibêje û dike, li bin ronahiya projektoran, resen in û aliyên me yên herî kûr û herî takekesî didin nîşandan. Cihê jidayîkbûna şanoya min, a min û ya lîstokvanên min, welateke ku ji van kêliyan hatiye hûnandin, li vir em xwe ji rûyên sexte û ji tirsa rastiya xwe rizgar dikin, û em di tarîtiyê de didin pey şopa destan.
Keveşopiya şanoyê bi rengekî asoyî xwe dide nîşandan. Ti kes nikare tekez bike ku navendeke cîhanî ji şanoyê re heye, di ti bajarekî de, an jî di ti avahiyeke taybet de. Şano weke min çawa pêşwazî kiriye, li ser xaknîgariyeke nediyar belavdibe û xwe dispêre jiyana kesên ku wê pratîze dikin. Hunera şanogerî wareke yekbûnê avadike. Her hosteyekî şanoyê kêliyên hişmendî û xweşkbûnê yên nayên zarîkirin berve gorê dikşîne, her yek ji wan bi heman rengî tê pişavtin, ti hêzek nikare wan biparêze an mayînde bike. Hosteyên şanoyê vê yekê dizanin, ti teşeyeke din ji derveyî vê rastiyê ne guncav e, ev jî bingeha karê me ye: afrandina kêliyên rastiyê, nezelalbûnê, hêzê, azadiyê di hembêza lewaziyê de. Tiştek ji wan sax namîne, tenê agahî û tomarkirina wêne an vîdyoyan ên tenê ramaneke bê çêj li pey xwe dihêlin. Di nava taybetmendiyên van tomarkirinan de, bersivên bêdeng a girseya gelekî dizane ku kêlî ne dikae were wergerandin ne jî dîtin ji derveyî wê bi xwe, di berçavanre derbaskirina vê rastiya parvekirî ezmûneyeke jiyanê ye, çend xulekên zelal mîna jiyanê bi xwe.
Dema min naskir ku şano bi xwe welateke, xakeke berferh e, li ba min biryareke weke rizgarbûnê peyda bû: ji cihê ku tu li wir dûrnekeve, ne hêjeyî ye ku tu bazdî an tu cihê xwe bighuêrî. Li devera tu heyî girseya gel li wir e. Ew in hevalên ku pêdiviya te bi wan heye. Li wir, derveyî mala te, rastî rojane ya ku nayê derbas kirin tê dîtin. Karkirin li ser vê bêliviya eşkere ji bo rêwîtiya herî mezin a hemûyan pêkan be, em dest bi Odîsê bikin, şopên Argonot: rêwiyê neguhêrbar ê ku bê rawestan tundîtî û cidîyeta rastiya cîhanê bilez dike. Rêwiya te berve niha, berve kêliyê, berve hevdîtina bi hemtayên xwe ve diçe. Rêwiya te berve wan ve diçe, berve dilê wan, berve tekakesayetiya wan ve. Rêwîtiyeke di nava wan de, di nava hestên wan de, di nava bîranînên wan de yên ku hişyar dike û komî ser hev dike.
Rêwîtiya te bahozke hişê mirov tevlîhev dike, ti kes dirêjahiya wê nizane û ne jî dikare bêdeng bike. Ti kes nikare pîvana wê ya rast bizanibe. Rêwîtiyeke di nava xeyala gelê te ye, toveke çandî ye li ser xakeke pir dûr: têgihiştina sivîl, sincî, û mirovî ya temaşekerên te ye. Bi vê rengî, ez bê liv im, her tim li mala xwe me, di nava bêxemiyeke aram de, şev û roj kar dikim, ji ber ku raza lezbûnê bi min re ye.
Werger ji zimanê Firensi: Gulistan Sîdo
Koma şano/ Sirya-Qamişlo

You might also like More from author

Comments

Loading...