MIROVÊ WINDA

0

        

 

Mirovê Winda……………………………

 

Ferhat Seyda

 

 

 

Mirovê Winda

 

  

Şano

      

Navê Pirtûkê: Mirovê Winda

Daner: Ferhat Seyda

Qab û Derhêner: Şengo Dumilî

Ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya

Qamişlo

2017

 

Kesên Şanoyê

Çar lîstikvan di nav cemawer de ne. Emê wan bi tîpa  “L” destnîşan bikin: L1 –L2-L3- L4.

Behzad: Rêveberê hola şano ye.

Gemo: Stranbêj e.

Temo: Li tenbûrê dixe. Tenbûra wî jihevketî ye.

Şemo: Bi kevçiyekî dar, li tenekê dixe. Teneka wî pelixî û zingarî ye.

 Deng: Kûr e, li hev vedigere. Ev deng tomarkirî ye.

Qazme: (Alava kolanê) dengê wî tomarkirî ye.

Perde girtî ye.

Mirovê Winda…………………. 6

L1: (Li dora xwe dinere, li bêrîkên xwe digere, radibe, xwe xwar dike, û li bin kursiyê xwe dinere) wax wax wax…Bi ku de çû? Ez nema zanim? Gelo min li ciyekî din hiştiye? Na, na, li vire, gerek li virbe (Carek din, çavên xwe digerîne, ji çend kesên dora xwe re dibêje): Gelî camêra! Eger bi we ne giran be, rabin, ezê li bin kursiyên we bigerim. (Çend kes radibin, dîsa digere). Xuya nake. (Ji yê rûnştî re ): Fermo rabin rabin, her di vê rêzê de ye. (Çend kesên din radibin, ji bilî L2) Ji kerema xwe re, tu jî rabe!

L2: Çi çi çi? Ezê çima rabim? Werin rûnên  rûnên!( Ji yê rûniştî re ) tu kes ji we ranebe ha! Ev çi ye? Ev çi dînbûn e?

L1: Ezbenî çima tu xwe wilo dikî? Rabe ezê li çîka xwe bigerim.

L2: Çîk? çîk çi ye? De wir de here lo! Ma em hatine li te guhdarî bikin? (Tinazan pêdike) gelî camêra! Eger bi we ne giran be, rabin ez li bin kursiyên we bigerim. Şerm e kuro şerm

e, tu ne li mala xwe ye birê min. Lê xwezî me zanîba bê tu li çi digerî?

L1: Ez li çi bigerin negerim, ew ne karê te ye.

L2: Ne karê min e? De îca yabo! Hûn li min û vî dînê  han binerin. Kuro lawo rûnê rûnê! Li ser dûvê xwe rûnê! Xwedê te bihêle.

L1: Heta çîka min neyê dîtin, ez rûnanêm.

L2: (Bê hêvî dibe) De here lo! ne tu be ne çîka te be. Çîka te serê te bixwe. (Rûdinê)

L3: (Bi nermî) Navê te çiye lo? Were ji te re bêjim! Kuro were netirse.

L1:( Bi hêrs) Tê çi bêjî? Çîka min bidin min, û paşê, hûn çi dibêjin bêjin.

L3: Hêdî hêdî… bid û bistîn.

L1: Ez ne didim û ne distînim.

L3: kuro mejiyê xwe bide serê xwe! Û li min guhdar be.

8

L1: (Demek bê deng) Min mejiyê xwe xist serê xwe, bêje.

L3: A wilo ha… Te rastî divê yan na?

L1:Ma tiştek ji rastiyê çêtir heye?

L3: Tu li wî xortê han a’iyl bû.

L1: (Bi hêrs û dengê bilind) Çi çi çi? Ez lê a’iylim ne? ez lê a’iylim?

L3: Bila bêhna te fireh be, bid û bistîn.

L1: (Demek bê deng) Fermo bêje!

L3:Ha ha.. Emê bi xweşkayî ji hev re bêjin: Birê min! Te çi windakiriye? Gava din, tu li çi digeriya? Bêje! Emê  jî alîkariya te bikin, emê bi te re lê bigerin.

L1: (dirame) Min çi windakiriye çi windakiriye!

L3: Bîne bîra xwe! tu li çi digeriya?  

L1: (Carek din li bêrîkên xwe digere, û diçe  ciyê rûniştina xwe)

L2: Min digot: Ev mirov dîn e, we bawer nedikir.

L3: Hê hê… Navê te çiye lo?

L1: Çi ye dîsa? Te çi ji min divê?

L3: Em wilo li hevhatibûn? Were em bazara xwe bi cî bînin.

L1:Bazar di nav nin û te de tune ne.

L3: Vala ye … Xuya dike hevalê me, ne li ser hişê xwe ye. Ez bi xwe nema karim pê. (rûdinê)

L4: (bi lez radibe) Hûn wî ji min re bihêlin. Xuya dike ne bi darê zorê be, evê han li ser dûvê xwe rûnanê. ( Bi destê xwe li pişta wî dixe) kuro rûnê! yaya nizanim çi!!..

L1: Min berde, ez ji te re dibêjim min berde, te çi ji min divê? Ez rûnanêm.( Çend lîstikvan li wan dicivin) Wir de herin! Dûrî min herin! (Digirî) Çîka min winda bûye, û bi ser de li min dixin.

L4: Anha, ev çi çîkçîka  evê dîn e? Bese bese, vê çîkçîkê em jî çîk kirin. Gelî camêra! Ji bo

11

Xwedê, eger çîkek bi hineka ji we re hebe, bidinê, bese wî, çîk û çîk û çîk (Rûdinê)

L1: Ez çîka tukesî navim, hûn çîkek din bidin mi, ezê wê li nav çavên we xim.

L2:Hûn ji min re nabêjin ka rêveberê vê şanoyê?

L3: Gava din li vir bû ( Ji xortekî re) xorto here ji mamosta Behzad re bêje, bila zû bê, ji bo şanoya xwe pêşkêş bike. ( Xort diçe paş perdê)

Behzad: (bi lez tê) Çi heye çi heye? Kî li min dipirse?

L2: Ma bû çiiiii? Bû goştê gaaa? De dest pê bikin birê min.

Behzad: Bihna xwe fireh bikin! Tiştek nemaye. Bihna fireh bihna fireh. ( Hewl dide ku vegere).

L2: Mamosta mamosta!

Behzad: Ezbenî! Em ne vala ne, zû bêje! Tu çi dixwazî?

L2: Eger çîkek li ba we hebe, bidin vî dînê han, ji bo bela wî ji me ve be. (Dengek ji paş perdê tê: Mamosta Behzad mamosta)

Behzad: (Diçe paş perdê) Ho ho hooo… Ez hatim hatim .

L1: ( Diçe ser dikê, perde li paş wiye, û berê wî li cemawer e) Bila hûn jî zanibin, heta çîka min neyê dîtin, ev perde venabe. ( Diçe paş perdê) Behzado Behzado!…( Herdû dengê xwe li hev bilind dikin û paşê têne holê) 

Behzad: Kuro çi çîkçîka te ye? Bese çîka te em çîk kirin!. Bêhişo çîkek me jî çîk bûye, ne ji wê çîkê ba, zû de me yê ev çîka han ( Perdê destnîşan dike) çîk kirba, û dest bi çîka xwe kiriba.

L1: Çîko ha çîko! Vir de, wê de, ez nizanim, min berê ji te re gotiye, û ez dîsa dibêjim… Heta çîka min neyê dîtin, çîka we çîk nabe! De here.

Behzad: Ho hooo…( Dixeyide û diçe paş perdê) L1: ( Ji cemawer re) neket serê wî, tiştek pê nayê. Ez dibêjim belkî dengê min hat we jî, we divê bimînin, we divê herin. Bawer bikin perde îşev venabe. Hema a baş ew e: Rabin herin malên xwe razên. Ezê bi xwe li vir razêm,… Şeva we xweş ( Xwe li ser dikê dirêj dike, perde jî li paş wî ye) 

Behzad:( Tê bêyî ku  L1 bibîne) Çû ne? De bera here lo. Bihna me nû fireh bû. Gelî mêvanên delal û hêja! Hûn li ser sera û ser çava hatine.Em hêvîdar in hûn demek xweş bi me re bibûrînin. Bi rastî, şanoya me dereng ket, lê tu gunehê me tê de tune bû, çîkek me yî biçûk winda bûbû, paşê me dît. Ji alîkî din de, mirovê dîn karê me dereng xist. Aniha emê ji we re şanoya xwe pêşkêş bikin. Carek din hûn ser sera û ser çavan re hatine (Şûnde vedigere pêl L1 dike û dikeve, radibe ser xwe) Ev tu yî? Te ez tirsandim, xwedê te nehêle. Werin werin çeplê wî bigrin, û bavêjin kolanê (Çend lîstikvan hewl didin wî ji hola şanoyê derxin, ew xwe ji nav destê wan rizgar dike).

L1: ( Bi hêrs û dengê bilind) Min berdin! Berdin! Dûrî min herin, tu kes nêzîkî min nebe ha.. Ez dînim ne? ez dînim ( Digirî) Na, na ez ne dînim, lê ez mirovekî belengaz im, bêxwedî me. Di jiyana xwe de, ez kêrî tiştekî nehatime. Ez ne kêrî xwe hatime, ne kêrî malbata xwe, û ne jî dostên xwe. Gelo jiyana min ji bo çiye? Mirin ji vê rewşê ne çêtir e? Gava min digot: Min tiştek winda kiriye, we bawer nedikir. Hûn zanin ez li çi digerim? Hûn zanin? (Giriyê wî xurt dibe) Ez li xwe digerim li xwe. Ez wenda bûme.. winda bûme.. winda bûme. ( Bihna xwe berdide) Gelî camêra! Li min negirin. Mixabin, yê wenda di nav we de

jî hene, ew jî nizanin li çi digerin. Ez dînim dîn, baş e. Ser serê min. Lê hûn? Çima hûn bersiva min nadin? Hûn ji çi ditirsin? Hê….Hê… Berê hatiye gotin: ‘rastî ta’l e’. Ne xem e, ezê bêjim ( Yekî ji nav wan destnîşan dike) Tu.. Tu ..Tu li vir çi dikî? Tu li çi digerî? Na, na yê din, yê ji te wir de. Ezê bêjim çawa tu hatiyî vir û ji bo çi?. Îro piştî tu ji karê xwe vegeriya mal, te parîk nan xwar, û tu hinekî razayî, paşê tu ji malê derketî, te berê xwe da çayxanê, lê ew çend hevalên ku her roj bi te re bi qeremaçan dilîstin ne hatibûn. Te ji xwe re got: Ezê bi tena xwe li vir çibikim? Çavên te jî bar nedibûn, tu zû vegerî malê. Te got: Hema ji hola şanoyê çêtir tune, tu rabû hatî vêderê. Çima? Ji bo çi? Tu jî nizane. Tu winda bûye birê min tu winda bûye. Tu jî wek min î. Rabe rab! Here li xwe bigere. (bi yekî din re diaxive) Tu jî wek wiyê han î, tu jî wek min û wî yî. Tê heta kengî kolanan bipîvî ha? Tu ne biçûk î, komek zarokên te hene ma gunehe, tu ji hefteyê hinekî di nav wan de rûnî? Îro ber êvarî, berî tu ji malê derkevî, çima te li wan xist? Çima te li diya wan xist? Rebenan tiştek nekiribûn, hew digotin: Hinekî li me bipirse. Lê te guh neda wan, û tu derket. Piştî te kolanên bajêr lihevxistin, herdû lingên te baş qerimîn, te dît ku cemawer li ber deriyê hola şanoyê kom bûne, tu jî bi wan re derbas bû. Rabe, tu jî rabe! Here li xwe bigere (Demek bêdeng, paşê bihna wî tê ber wî) Gelî camêran bibûrin!

Min serê we êşand û min sergêjî ji mamosta Behzad re çêkir. Lêbûrînê jê dixwazim (Herdû destên xwe hildide) Va ez çûm.

L3: Bimîne, çima tê herî?.

L1: Divê ez herim, karê min heye.

L3: De vegere lo! Tu karê te tune.

L1: Na, na ezê herim, nikarim bimînim.

L2: Were rûnê camêr, were rûnê! Hindik maye şano derkeve. Û eger dilê te ji me mabe, em şaş û em poşman in.

L1:Na, na dilê min ji tu kesî nemaye.

L2: Tu çi serhişkî yahoo! Em zanin te biryara xwe daye û tê here, lê ka bêje, tê herî  çi bikî?.

L1: Ez ê herim, li xwe bigerim. Şeva we xweş be. (Bi lez derdikeve, Behzad tê û çavên xwe lê digerîne).

L3: Ew ê dîn çû çû, nema tê. De destpê bikin mamosta! Bes e dereng e, kanî şanoya we?.

Behzad: Şano? Şanoya çi?

L3:Te got çi? Te got çi? Birê min! Ji êvara Xwedê ve, em li hêviya çi ne?

Behzad: Rast e, hûn li hêviya şanoyê ne, mixabin dereng e, yê dîn jî mejiyê me lihevxistiye, ji ber vê yekê em nema karin şanoyê pêşkêş bikin.

L2: We dît, bê çi bi serê me hat? Mamosta! Fermo bilêta xwe bigire, û ka perê min, ez ê herim.

Behzad: Bilêta çi? Û perê çi? Bera bilêtên we bi we re bin. Sibê, kengî hûn hatin, hûnê bi wan bilêtan derbas bibin, û ji bo hûn nexeyidin, û vala venegerin, emê çend stranên nû ji we re bibêjin. Baş e wilo?.

L2: Na, na nebaş e!. Ev çi henekpêkirin e? (Tinazê xwe dike) Stiran?! Me gelek stiran bihîstine. Tiştekî nû ji me re bibêjin!.

Behzad: Îşev tiştekî nû li ba me tune, we divê bimînin, we divê herin. (Diçe paş perdê, paşê perde vedibe Gemo û Temo û Şemo tên ser dikê).

Gemo: (Distirê).

Lo lo lo … lo lo lo… lo lo lo..

Lo lo lo Edûlê   were em bixwin tebûlê

Edûlê lo Edûlê    were em bixwin tebûlê

Edûlê lo Edûlê

Temo: Gemo wa Gemo!

Gemo: Te çi divê Temo?

Temo: Edûlê jin e yan mêr e?

Gemo: Ez ne vala me. Ji Şemo bipirse (Distirê)

Temo: Şemo tu çi dibêjî? (Şemo herdû destên xwe vedike, ango nizan e) Gemo! Şemo nizane.

Gemo: Temo ev çi pirse? Ker jî zane ku Edûlê jin

Temo: Ma ker tenê zane? Ez jî zanim, ku Edûlê jin e. Lê, ez dixwazim bipirsim: Çima tu dibêjî lo lo Edûlê? Gerek tu bibêjî: lê lê Edûlê.

Gemo: Law Temo! Lê lê çiye? Û Lo lo çiye? Jin kî ne û mêr kî ne? Her tişt tevlihev bûye.. Bûye merge û şorbe û tirrrrşik. (Distirê)

Lê lê lê Edûlê    lê lê

Bibûrin ez şaş bûm

Lo lo lo  lo Edûlê were em bixwin tebûlê

Tebûla me pir xweş e   xes û bacanê reş e

Bacanê reş çi xweş in   kurim di nav de..

Temo: Gemo wa Gemo! (Gemo hîna distirê) Gemo Gemo Gemo!

Gemo: (Bi hêrs) çi ye dîsa Temo? Pirsek te hebe ji Şemo re bêje.

Temo: Şemo nizane. Peyva tebûlê bi kurdî ye bi Erebî ye?

Gemo: Tebûlê çi bi Kurdî be, çi bi Erebî be, ne wek hev e? Bêhişo! Kurd kî ne, Ereb kî ne? Tevlihev bûye, Xwedê te bihêle! Bûye merge û şorbe û tirrrrşik. (Distirê)

Tebûla me pir xweş e     xes û bacanê reş e

Bacanê reş çi xweş in         kurim di nav de serxweş in Em birçîne Edûlê            were em bixwin tebûlê

Em birçîne tebûlê           were em bixwin Edûlê

Edûla me pir xweş e       çavek sor û yek reş e

Emê Edûlê bixwin           emê tebûlê bixwin

Tebûlê Edûlê                   Edûlê tebûlê

(Digirî) Em birçî ne Edûlê, em birçî ne tebûlê.

Temo: Gemo! Te mejiyê min lihevxistiye. Ez nema zanim tiştekî ji hev derbixim. Tê tebûlê bixwî yan tê Edûlê bixwî?

Gemo: Ezê herdûka bixwim, te çi ji min e? Ez birçî me birçî, çi min tebûlê xwar çi min Edûlê xwar, ne wek hev e? Temo! Ezê çend

21

caran ji te re dûbare bikim? A giring ew e, em zikê xwe dagirin. De zû were Edûlê zû were! (Digirî) em birçî ne birçî ne.. Temo, Şemo bigirîn! Hûn jî wek min birçî ne, bigirîn bigirîn! (Herdû digirîn) Ev çi girî ye? (Giriyê wan xurt dibe). Na, na wilo çê nabe. Divê hûn bi hev re bigirîn, û giriyê we bi rêxistin be. Bêguman, hûn zanin ku jiyana me, tevgerên me, çalakiyên me, tev de bi rêxistin pêk tên; çalakiyên civakî, zanyarî, çandî û hunerî warê abûrî, û … û lêvegera.. (Li Temo û Şemo dinere) lêvegera çi ye lo? (Destê xwe vedikin ango nizanin) lêvegera.. lêvegera.. Ne xem e, ne xem e. Paşê wê bê bîra me. (Dengê xwe diguhere): Gelî temaşevanên hêja! Em ê aniha herin navberekê, paşê em ê bernameya xwe berdewam bikin. Her şad û bextewar bin.

Şemo: (Ronahî tê ser, kevçî di dest de ye). Gava ez biçûk bûm, min bi keviran li tenekê dixist. Lê piştî ez mezin bûm, temenê min jî bûbû panzdeh sal, wê demê ez hatibûm naskrin wek hunermendekî hêja bi nav û deng.

Rojekê diya min ev kevçî da min û got: Kurê min! Şerme tu mezin bûye, ev çi kevir e di destê te de ye? Ji îro pê de divê tu bi vî kevçiyê dar li tenekê xî. (Digirî) Kurê min ev kevçî li ber dilê min gelekî hêja ye. Ha jê hebe, ji ber yê pîrka te bû, pîrka te kurê min, bi vî kevçî nîsk û şorbe û tirrrşik dixwar.

Gemo: Temo.. Şemo! Werin em li mijara xwe vegerin! Berî anha, me çi digot? Hahaaaa.. lêvegera.. Hema wek em bêjin: Lêvegera Saykolocî. Law Şemo tu zane Saykolocî çi ye? Bêguman tu nizanî. Rebeno! Xwelîsero! Tu zanî kevçiyê tirrrrşika pîrka xwe li tenekê xî û hew. Şemo! Were ez ji te re bibêjim (Di guhê wî de): Di navbera min û te de ha. Bera Temo jî nizanibe. Ez jî nizanim saykolocî çi ye? (Di ber xwe de dikene). Temo.. Şemo! Wek gava din me digot: Çalakiyên me hemû bi rêxistin pêktên, tu kêmanî di wan de tune ne. Her wiha divê giriyê me jî bi rêxistin be. Şemo! Ka kevçiyê tirrrşika pîrka xwe bide min! Temo.. Şemo li vê de rawestin, nelivin ha, û bêdeng bimînin. Ezê bijmêrim, ku min

got sisê, hûnê dest bi girî bikin. Baş e! (Herdû serê xwe dihejînin, Gemo jî kevçî di dest de ye, wek maystro li orkêstirayê) yek du sê (Temo û Şemo digirîn bi dengên mezinan, zarokan, dengên ajalan: Pisîk, kûçik, ker… bi vî awayî dawiya giriyê wan tê). Temo, Şemo! Va ye strana Edûlê xwediya tebûlê nema. Gelo strana duwemîn çi ye? (Temo û Şemo nizanin. Gemo dengê xwe hildide). Mamoste Behzad.. Behzad.. Behzado.. Xwedê nehişto Behzadko, zû were! Strana diwemîn ji mêvanên me re pêşkêş bike, dereng e (Behzad nayê) Temo, Şemo di dawiya strana Edûlê de, divê em bejnên xwe ji mêvanên xwe re bitewînin, ne ji bo tiştekî ha, hew ji bo ji me re li çepkan xin (Xwe ditewînin) her perên wan nakevin bêrîkên me. Ji xwe gelek ji wan bê bilêt têne hola şanoyê. Ma bera li çepka jî nexin?.

Behzad: (Tê ser dikê û dikene) Gelî mêvanên delal û hêja! Strana Edûlê xwediya tebûlê xweş bû ne? Erê erê gelekî xweş bû. Anha emê yek hîn jê xweştir pêşkêş bikin. Hûn û Gemo, Temo, Şemo û ..û.. Emînaaaa (Behzad derdikeve).

Gemo: (Distirê) Emîna Emîna    Emîna Emîna

(Li paş xwe dinere) Temo, Şemo! Li min vegerînin.

Temo û Şemo: (Bi hev re) Emîna Emîna (Her Gemo nîv malikê ji strana xwe dibêje, Temo û Şemo, her dibêjin: Emîna Emîna. Gemo berdewam dike):

Gemo: Emîna Emîna        porê te zer û şîna

Çavên te wek dorbîna     Emîna har û dîna

Emîna derewîna               Emîna were ba min

Çima tu derewîna            Emîna ger tu neyê

Te bidim ber pehîna   pehîna pehîna..

(Lingê xwe bilind dike, wek Emîna li ber wî be)

Te bidim ber pehîna       pehîna  pehîna

Temo, Şemo! Çi Emîn Emîna we ye? Şerm e werin alîkariya min bikin? Hûn hevalê min î çi ne?

(Temo û Şemo di cî de dimînin û her dibêjin: Emîna Emîna) Hawarê hawarê! Emîna bê bext û derewîn, ez bi tena xwe nikarim pê. Werinê werinê hahoooo.. hahoooo (Temo û Şemo nalivin. Gemo pehîna xwe li wan

dixe) We bidim ber pehîna .. pehîna .. pehîna

(Temo û Şemo êrîşî Gemo dikin, Hersê li hev dixin, dibe qîrqîra wan, her yek ji wan malikekê ji stirana Emîna dibêje. Dibe teprepa wan. L1 ji paş cemawer tê, û hêdî berê xwe dide dikê).

L1: Êvar baş! Wey hîn hûn li vir in? Tu çawa yî bavê filan? (Dema nêzîkî wan dibe, Gemo, Temo û Şemo ditirsin, dilerizin, alavên mûzîkê vedişêrin. L1 diçe ser dikê, matmayî li wan dinêre) Çi heye? Çi çêbûye? (Dikene) hûn li vir çi dikin?

Temo: Em, em .. Emîna Emîna

L1: Emîna kiye kuro?

Şemo: Peh peh.. pehîna.. pehîna

L1: Pehîna pehîna çi ye?

Gemo: Em, em.. Emîna didin ber ber pehîna (Dikene).

L1: Haha.. Hûn Emîna didin ber pehîna! Hûn qenc dikin. Emîna reben çi kiriye?

Gemo: Em, em Emîna derewîna.

 L1: Ji xwe divê hûn Emîna bidin ber pehîna. Ma karê we li vir çi ye? Ev bû şanoya Behzad, ya ku em pê gêj kiribûn, û serê me pê êşandibû? (Hersê serê xwe dihejînin û dikenin) Kanî Behzad xuya nake?

Gemo: Beh.. Beh.. Behzad çû.. çû.. reviya, tirsonek e tirsonek.

L1: Xuya ye, xuya ye tirsonek e. Yahoo yahoo! Çiqas guhertin û pêşketin piştî çûna min çêbûne?! (Demek bêdeng) Hêêêê… hêêêêê heyf û xebînet.. min yekcar ev hêvî ji we nedikir. Min ji xwe re digot: Bêguman wê kêfa we bi hatina min bê, hûnê bên pêşiya min, pirsa ji min bikin: Te çi kir? Çi bi te re çêbû? Te çi dît? çi nedît? (Demek bêdeng) Fermo dakevin xwar. Ez ê çîroka xwe bêjim (Her sê bi tirs dadikevin, û di nav cemawer de rûdinên).

Piştî, ez ji vir derketim, min sozek da xwe, û biryarek stand: Bi çi awayî be, divê îro ez xwe bibînim. Bese bese, dudilî nema bi kêrî min tê. Carekê min xwe dît, ku ez li ser rêyekê me. (Gavên xwe di ciyê xwe de davêje). Ez çûm û çûm û çûm. Her min gavek davêt, baweriya min bêtir bi min dihat, û hêviya min bi jiyanek nû xurtir dibû. Piştî demekê ez tî dibûm, min li viyalî rê, û wiyalî rê dinerî, mixabin av tune bû. Ne xem e.. ne xem e, hindik maye wê jiyana min bê guhertin, û ezê derd û kul û êşên dehê salan jibîr bikim (Dilezîne, piştî demekê ji nişkave tirsek dikeve nava wî, çend gava bi şûn de vedigere) Ev çi ye? Ev çi dîwar e ku ketiye devê riya min? (Ser xwe re dinere) Dîwarekî bilind bilind. (Li aliyê rastê û yê çepê dinere) û gelekî dirêj.. Min yekcar bawer nedikir ku astengek wilo bê pêşiya min. Ez vegerim? Erê, erê gerek ez vegerim. Nikarim vî dîwarî ji ber xwe bidim alî, yan jî taqekê tê de vekim. Ne alavek li ba min heye, û ne kesek heye alîkariya min bike. (Bi dudilî hewl dide ku bireve).

Deng: (Deng tomarkiriye, kûr e, li hev vedigere) Hê…Hê… Hê… Rebeno bêhişo! Tê çi bikî? Ka ew soza te? Ka biryara te? Tu dixwazî li dînbûna xwe vegerî? Yan jî rewşa te yî çewt hatiye bîra te?.

L1: (Deng wî dihejîne) Tu kiye? Tu çi ji min dixwazî?.

Deng: Tu çi ji xwe dixwazî? Vê pirsê ji xwe bike! Çima tu hat û çima tê vegerî? Veger ji te re şerm e şerm e şerm e.

L1: Ez jî zanim, veger gelekî bi min giran e, lê çi bikim? Ezê çawa vî dîwarê wek çiya ji ber x…

Deng: (Gotina wî dibire) Bê pitpit û bê gazin! Bera gazina te ji te be, serê te yî hişk li te wilo kiriye.

L1: (destê xwe dide serê xwe) Serê min î hişk? (Dikene) Rast e ha.. Serê min hişk e, gelekî hişk e. Ez berê zanim, te tiştekî nû negotiye. Diya min jî wilo digot: Kurê min ez ditirsim, ha ji xwe hebe! Ditirsim serhişkiya te, te biêşîne. Ha ji xwe hebe kurê min! Tê av û av herî ha. Na yadî, na.. netirse! Bera dilê te ji wilo xurtir be. Min şîrê te vexwariye yadê (Bi şanazî) Ez kurê te me yadê, ez kurê te me, yê ku şîrê te vexwariye, wê biserkeve.. Hema ez çend gava vegeriyam, wek birûskê çûm dîwêr û min serê xwe lêxist. (Dikeve, paşê radibe li dîwar dinere, lê tiştekî nabîne. Ji nişka ve dilşad dibe, bi dengê bilind dikene, wek yekî dîn yan jî zarokekî li çepka dixe) Hê.. Hê..Hê.. Dîwar çû.. Dîwar çû.. Dîwar nema nema.. Dîwar peh.. (Wek xewnekê bibîne) Vaye di şûna wî dîwarî de, camek rabûye, cam.. cam.. cam.. Hê.. hê.. camek xweşik zelal û şayik (Herdû destên xwe li ser

camê re dibe û tîne) Hê..hê.. li paş vê camê çi heye? Û çi tune ye?! Buhişt e buhişt! Şînkahî, dar, kulîlkên rengîn û kaniya avê. Jiyana nû, li hêviya min e, Newroza rengîn û xemilandî, li ber çavên min e. Ez ê berî her tiştî herim ser kaniyê, aaaa.. wa ye.. ez ê avê vexwim û vexwim û vexwim..

Deng: Tembelo! bêhişo! Ev  çi gotinên vala ne? Dereng e, pariyê te hatiye ber devê te, te dîwarê wek çiyakî herifandî. Xwelîsero! Tu nikarî bi vê camê? (Li xwe hay dibe). Hema di cî de, min rahişt kevirekî mezin, û min li camê xist, kulekek tê de vebû, bi lez û bez çûm aliyê din, lingê min li kevir ket, û bi ser devê xwe de çûm. (Bi lez radibe, ku here ser kaniya avê, carek din wek dîna lê tê). Av av av!.. Ka kaniya avê? Li vir bû, li wir bû.. min ew bi çavên xwe dîtibû. Ka şînkahî? Ka dar û kulîlk?. (Lingê xwe li erdê dixe). Ev çi kevir in? Çi strî ne? Çi ne? (Li dûr dinere) Herêmeke bej, hişk û ziwa, hawîrdorê min giş çiya û newal û şikeft in, lat in, zinar in, kendal in. Ezê çawa bi tena xwe li vê çolê

31

bijîm? Ne xwarinek heye, ne av heye, ne kes heye pê re baxivim, û ne mêşek heye, li ser riwê min deyne, ku ez şeqamekê li riwê xwe xim. (Destê xwe li riwê xwe dixe. Piştî demek bêdeng, bêhêvî dibe û dikene) Xuya dike qonaxa min î dawî ev e.. Wê mirina min jî, li vê çolê be. Rojek du roj sê roj.. ez ê hişk û ziwa bibim, û paşê: Bay bay bay.. Hêêê hê. Ez li çi digeriyam û çi bi dest min ket. Lê, ez ne poşman im. Mirina min, li vê çola dûr, ji rewşa min î berê çêtir e…

Her ez mirî me, mirî (Dikene) çima ez ê dilê xwe biêşînim? A baş ew e, ku ez hinekî bilîzim, ji bo bihna min derkeve. Gelo çi lîstik li vir hene? (Li dora xwe dinere).. Çi bikim?! Çi bikim?! (Bi rola yekî ceneral radibe): ‘Bi vî kumê serê min, kes nîne li hemberî min’. Ez ceneral im, ez im serleşkerê vê herêmê. Lat û zinar, newal û çiya, kevir û strî, hemû leşkerê min in (Wek bi mirovekî re diaxive) Çiye kuro? Çawîşê bê mirês û genî! Çi heye? Çi ?.. çi ?..  Leşkerê dijmin, li paş wî çiyayî xwe amade dikin, ji bo êrîşî me bikin?.

Tu kes nikare nêzîkî me bibe! Nehêlin bên .. nehêlin!.

Te got çi?.. çi?.. Ew gelek in?. Xwelî li serê we be.. Hûn jî gelek in. Hûn ji bo çi li vir in? Ne ji bo hûn berevaniyê, di ber min de bikin? (Bi wan re dixeyide) Xwarina hûn dixwin ji bo çi ye? Ava hûn vedixwin ji bo çi ye? (Ji rola ceneral derdikeve). Av av av.. Min av di vê qirika ziwa bûye. (Bi hêrs) Ho.. ho.. ho.. Lîstika ceneral neket serê min, ev çi serleşker e ku dilopek av bi dest wî nakeve? Bera wir de here, kotîneferek jê çêtir e.. Ez ê ji xwe re li lîstikek din bigerim. (Dirame) Çi lîstik hene? Çi lîstik? Çi? Çi? Ha ha ha.. Çima ez ji xwe re nastirêm? (Destê xwe dide ber guhê xwe) Bi rastî, ez ne dengbêj im. Lê, tu kes dengê min nake. (Distirê).

Seyranê lê Seyranê    Tîwî xwaka Reyhanê

Reyhanê lê Reyhanê  Tîwî xwaka Seyranê

Seyranê lê Sey…

Dengek ket guhê min deng. (Matmayî) Gelo dengê çiye? Di gumana min de, ez bi tenê, li vê çolê me! Wê kî bê? (dikene) Hema kî hat bera bê. Ez mirî me mirî, ji îro pê de, ne guh didim kesekî, û ne ji tiştekî ditirsim. (Distirê): Seyranê lê Seyranê    Tîwî xwaka Reyhanê

Reyhanê lê Reyhanê  Tîwî xwaka …

Eger Seyranê xwaka Reyhanê be, wê Reyhanê xwaka Seyranê be .. Lê, heger Seyranê ne xwaka Reyhanê be, wê Reyhanê ne xwaka

Seyranê be.. hiş jê re divê hiş (Distirê)..

Seyranê lê Seyranê    Reyhanê lê Rey…

Ew dengê han nêzîk dibe nêzîk!.. Lê, ez tu tiştî nabînim.. Min çi ji wan e? Kî hat bera bê.. mal mala wan e, ser sera û ser çavan. (Dikene) Hema wê lîstikek nû ji min re çê bibe, ma ez li çi digerim? (Distirê)..

Seyranê xwaka Reyhanê   Reyhanê xwa…

Eger Seyranê keça diya Reyhanê be, wê Reyhanê keça diya Seyranê be. Lê, eger Seyranê ne keça diya … Ha ha ha… A waye hat hat hat.. (Kenê wî dirêj dibe) Qazme ye qazme.. Li ser darê xweyî kin dimeşe, haaaa wilo, xwe bilind dike û xwe dadixe.. yahoo yahoo.. me çi bi çavên serê xwe dît û çi nedît?!!.

Qazme: Tembelo! Tiralo! Ne şerm e? Te xwe kiriye hevalê Seyranê û Reyhanê? Tê bimire, rabe li avê bigere?

L1: Av.. ava çi? (dikene). Qazme dimeşe dimeşe, û diaxive jî, bi zimanekî kurdî zelal. Kuro tu ji kengî de fêrî vî zimanî bûyî?.

Qazme: Mijara me neguhere? Hişê xwe bide serê xwe, rabe dest bi kolanê bike! Dudilî kêrî te nayê, sozek te hebû, biryarek te hebû.

L1: Soza çi û biryara çi? Xuya dike tu gelekî ketiye çav xwe! (Tinazê xwe pê dike) tu çi yî? Û tu kî yî? Heta tu pend û şîretan li min bikî? Tev de, tu darekî kin î, û qetek hesinê zingarî ye.. dûrî min here, dûr! Ez ji te re ne vala me. (Distirê).

Seyranê lê Seyranê    Reyhanê lê Reyhanê

Eger Seyranê keça diya Reyhanê be, wê Reyhanê keça diya Seyranê be. Lê, eger Seyranê ne keça diya Reyhanê be… Gelo wê keça kê ba? Ez dibêjim diya wan yek e lê her yek ji wan ji bavekî ne.. ne dûr e, eger bavê Seyra..

Qazme: Bes e! bes e! Seyranê û Reyhanê tiştekî ji te re nakin. Rebeno! Tê bimrî, tu hevaltiya wan bikî tê erzan bimirî ha.. lê eger tu bikolî, tê di nav axê û keviran de, bi rûmeta xwe herî, tê serbilind bimirî.

L1: (Dikene): Serbilind? (Serê xwe bilind dike) Ha wilo… Qazmê serzingarî? Ku ez mirim, çi serê min wilo bilind be, û çi nizim be, ne wek hev e?

Qazme: Tu şaş î, tu xwe dixapînî, rabe bikole.. bikole.. dereng e.

L1: Baş e qazmo!.. Were em bi xweşkayî ji hev re bêjin: ku min rahişt darê te yî kin, û min serê te yî zingarî, li van keviran û vê axa hişk xist, û paşê av dernekeve, tê çi ji xwe re bêjî?!.

Qazme: Av derkeve dernekeve, divê tu bikolî?

L1: Ev çi dînbûn e? Av derkeve dernekeve!.. (Dikene). Ku av dernekeve çima ez ê xwe biwestînim?.

Qazme: Eger tu xwe newestînî û xwêdanê nerijînî, dilopên xwînê, ji herdû çavên xwe nebarînî.. wê çawa jiyana te bê guhertin?.

L1: Ho ho qazmo! Te mejiyê min lihevxist, û te serê min êşand.. nema zanim çi bikim!.. (Wek seyranê û Reyhanê li hember wî bin) Seyranê û Reyhanê! Nerînên we çi ne? Çi ji gotinên qazmo dikevin serê we? Ez bikolim nekolim? Wax wax.. bersiva min bidin! Çi bi we hatiye? Hûn lal bûne? Ji bo Xwedê qencîkê bi min bikin, alîka..

Qazme: Dev ji wan berde! Eger tu bi ya min nekî, tê poşman bibî. Va ye mirina min nêzîk bûye, ku ez mirim, wê termê min li vir bimîne, tu karî wî ji bo kolanê bikar bînî.

L1: Mirina te nêzîk bûye? De bimire lo! Va ez jî dimirim. Xwene tu ji min çêtirî? (Bi Seyranê û Reyhanê re dixeyide) Seyranê.. Reyhanê!

Çi ye? Çi ye he? We destên xwe daniye ber riwê xwe, ne şerm e hûn bi min û qazmo dikenin? We ji min re tasek av peyda bikira, ne çêtir bû?.. kes nema qenciyê bi kesî dike. Herin herin! Dûrî min herin.. ji xwe êşa min giş ji bin serê we bû. Qazmo tenê kare pirsgirêka min çareser bike.. Qazmo! Kuro qazmo! Çima tu deng nakî? Tu ji min xeyidiyî? Ezê pirsekê ji te bikim: Eger tu bi rastî bersiva min bidî, bi serê te yî zingarî, tu çi ji min bixwazî, ezê bikim: Bimire bimire, rabe rabe!.. Qazmo!.. kuro qazmo (Matmayî li ber wî rûdinê û dike qîrîn) Qazmooo.. Mir.. mir… mir bi rastî mir. Bawer bike, min digot tu henekan dikî!!.  Qazmo çima tu mirî he? Te ez xapandim ha! Mirina min jî nêzîk bûbû. Min dixwest, em herdû bi hev re bimirana. Ezê bi tena xwe li vê çolê çi bikim? (Li xwe dixe û digirî): Ezê çi xweliyê li serê xwe bikim qazmo.. wê bihna min bi kê derkeve qazmo? Piştî te ez ê bi kê re biaxivim qazmo?! Ji îro pê de qazmo, ezê henek û tinazê xwe bi kê bikim qazmo, wey qazmo.. (Hêdî hêdî radibe, pişta xwe rast dike, serê xwe bilind dike, û bi germî dibêje): Ezê bikolim. Her ez mirî me mirî, çima ez nakolim? Ku av derkeve, ji xwe rojekê ezê bimirim, û eger av dernekeve jî, va ye ez dimirim. Eger Seyranê xwaka Reyhanê be ezê bimirim, û ne xwaka wê be jî ezê bimirim. (Pif herdû destên xwe dike) were qazmo were! Vaye roja te hat. (Radihêje qazme, wî bilind dike, serê xwe dizîvirîne): Seyranê Reyhanê! Dûr herin dûr! Wê toz têkeve çavên we, û kevir li serê we bikevin. (Carek din dizîvire) Seyranê Reyhanê! Vegerin vegerin! Pîra diya xwe jî bi xwe re bibin! (Dest bi kolanê dike. Piştî çend qazmeyan li axê dixe, riwê wî geş dibe) hê hê.. vaye ax sist dibe, nerm dibe, (Kolandinê berdewam dike) Ax şil dibe şil, hindik maye av derkeve. (Dikole, piştî demekê çend dengên tevlihev û xurt dikevin guhê wî, matmayî radibe, li dûr dinere) Ho ho wane hinek li wê newala han dikolin. (Ji xwe re dibêje) Tu ne bi tena xwe ye bikole! Hevalên te jî çê bûne.. bikole (Dikole, piştî demek din) Hê hê .. Axa bin lingê min dibe herî. (Bi dilekî şad) Herî herî.. Gelo av e? Yan tiştekî din e? Çi derdikeve bera derkeve. Av e? Na, na.. xwêdan e.. Av e.. yan xwêdan e.. yan dilopên çavan in (Dengê lîrandinekê dikeve guhê wî, û dengekî din dibêje: Av derket.. av derket. L1 dike ku ji kêfa bifire, qazme datîne, û li dûr dinere). Qazmo! Av derket qazmo, wane camawer bi hezaran li dor wê bîrê kom bûne. Qazmo jiyana min î nû destpê kir, wa ye Newroza rengîn û xemilandî li ber çavên min e. Bibûre qazmo divê ez herim, ez bi lez im, destê min ji te nabe, lê divê ez bi lez û bez herim mizgîniyê bidim dost û hogiran qazmo..   (Destê xwe ji qazme re bilind dike, dadikeve nav cemawer û rûdinê, çend keç tên hola şanoyê, û berê xwe didin dikê, cilên gelêrî li wan in, kozê avê li ser milê wan in, xwe dihejînin, sitranek tomarkirî bi dengê xortan derdikeve):

              Qîzino bûkino         av derket av derket

Qîzino bûkino         rabin herin avê

Ava me pir zelal e   av derket av derket Ava me pir zelal e   rabin herin avê

Zarok ji tîna mirin   av derket av derket

Zarok ji tîna mirin   rabin herin avê.

(Keç diçin ser dikê, çend xort tevlî wan dibin, keç avê didin wan, û paşê, giş bi hev re govendekê digerînin).

 

 

(Dawî)

41

Comments

Loading...