Metnên Şanoya Kurdî
Metnên Şanoya Kurdî
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, di warê zanîna dîroka şanoya Kurdî de xîzaniyeke bêpîvan heye. Bêyî berhemên şanoya Kurdî, kifşkirina rabirdû û rewşa şanoyeke Kurdîstanî zelal nabe. Piraniya şanoger û lêkolînerên Kurdî, bi awayekî giştî li ser dîroka şanoya Kurdî û berhemên wê nexebitîne an jî bala xwe nedanê. Digel vê yekê jî, di nav şanoger û wêjekaran de em pêrgî dîtin û gotinên wiha tên ku mîna metnên şanoya Kurdî tunebin tevdigerin. Bi gelemperî “geşedana şanoyê” bi metnan ve girê didin. Ji bo derfet û pêkhatinên şanoya cîhanê, serdestiya nivîskêr/metnê di sedsala 20an de cihê xwe bi “rejî/derhênanî” ve guhertiye, loma ji bo sedsala 20an navê “Serdama Derhênanî” tê gotin. Lê dîsa jî di hebûna vê ezbera mekanîk de “tunebûna metnan” weke sedema sereke ya lawaziya şanoya Kurdî tê destnîşankirin. Ev jî tê wateyê ku piraniya xwendevan û temaşevanên şanoya Kurdî hay ji metnên di dîroka şanoya Kurdî de cih girtine tunene. Tiştê ku divê neyê jibîrkirin ev e ku metnên şanoyê, ewil ji bo lîstinê, pişt re ji bo xwendinê ne. Em ê hewl bidin ku di vê nivîsê de, ji dîroka şanoya Kurdî cî bidin metnên çapbûyî.
Bi Yavuz Akkuzu re me xwestibû di pirtûkên “Diroka Şanoya Kurdî” (Weşanên Peywend, 2015) û “Kürt Tiyatro Tarihi” (Weşanên Evrensel, 2016) de, di warê zanîna şanoya Kurdî de derbarê metnên girîng ên şanoya Kurdî gelek çavkanî û belge jî hebin. Serpêhatiya şanoya Kurdî ku li welatên weke Iraq, Îran, Sûrî, Ermenîstan, Gurcîstan û Tirkiyê û piştî 1980yî jî Ewrûpayê pêk hatiye, me di gotarên taybet de berhev kiribû. Weke mînak em dikarin destnîşan bikin ku li gel berhemên telîf yên nivîskarên Şanoya Kurdî, gelek werger û adaptasyon ji zimanên weke Erebî, Îngilîzî, Farisî, Tirkî û Rûsî, Ermenkî bo Kurdî hatine wergerandin û sehnekirin cihekî taybet digre.
Weke tevî hemû welatên Rojhilatanavîn, şanoya Kurdî jî di sedsala 20an de forma şanoya Ewrûpî nas kiriye û pêk aniye. Şano weke cureyeke hunerê û bi awayekî gelemperî di nav hemû miletan de heye, helbet di nav miletê Kurd de jî hebûye; ev jî forma şanoya kevneşopî ye. Şanoya Ewrûpî li ser bajarvaniyê pêk hatiye û bingeha xwe ji şanoya Antîk ya Yewnanî û ji çavkaniyên xwe yên gelêrî hilgirtiye. Bi bajarvaniyê re hemû ber bi şanoyeke nivîskî çûne û ji gelek qonaxên dîrokî bihurîne. Şanoyên netewî bi hemû rabirdûya xwe ji dîroka şaristaniyê para xwe stendine û hebûna xwe afirandine. Şanoya Kurdî ya folklorîk/civakî ji rabirdûya şanoya Ewrûpî vediqete. Ji hin formên şanoya gelêrî ya Kurdî; Mîr Mîran (Mîrê Şaş) Kosegelî (Gaxand), Bûka Baranê, Bûkella (Kûkla), Sersal, Lîstik û Temsîlên Newrozê… Her wiha Şanoya Kurdî bi “dengbêjî û çîrokbêjiyê” ve jî dîsa xwedî formên netewî ye.
Li Bakurê Kurdistanê bêstatubûna Kurdan û qedexebûna li ser Kurdî, bûye sedem ku heta 1991ê şanoya Kurdî li Tirkiyê hebûna xwe nîşan nede û îro jî heman rewş li ber geşedana şanoya Kurdî astengiya herî mezin e. Li Tirkiyê weke hemû mijarên Kurdî, şanoya Kurdî jî heta salên 1990î jî ne eşkere ye û mînakên hene jî yên bi dizî ne. Agahiyên ku hene ji bilî du şanonameyên nivîskî “Bîrina Reş” ya Musa Anter (1965) û “Dawiya Dehaq” ya Kemal Burkay(1978) ku li Tirkiyê bi Kurdî û Tirkî bi hevre hatine çapkirin, ji van herdu metnan, pêşandanên şanogeriyê bi awayekî aşkere pêk nehatine. Ji ber qedexebûna li ser ziman û çanda kurdî heta sala 1991ê, bi awayekî tund hunera kurdî li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê (ji bilî şanoyên formên gelêrî) pêk nehatine.
Heta 1991ê li Tirkî û Bakurê Kurdistanê berhem û temsîlên şanoya Kurdî yên perçeyên din, ne li ber çav in. Li Stenbolê bi damezirandina NÇMê (1991) re cara ewil ku şanogeriyek bi Kurdî ya Mamoste Cemîl “Mişko”[1] tê sehnekirin. Ev şanogerî ji aliyê lîstikvanên NÇMê ve tê lîstin. Di heman salê de ji aliyê lîstikvanên “Şanoya Roja Azadî” ve şanogeriya “Dawiya Dehaq” a Kemal Burkay li Stembolê tê sehnekirin.
Dema mirov bala xwe bide dîroka nêz a şanoya Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê; koma yekem ya şanoyê “Teatra Jiyana Nû” (NÇM) di sala 1992yan de li Stenbolê dest bi xebatên xwe dike. Şaxên NÇMê li hin bajarên Tirkiyê; di 1994an de li Îzmîrê “Şanoya Hêvî”, di 1995an de li Edenê “Şanoya Yekbûn”, di 1996an de li Mêrsinê “Teatra Arzeba” dest bi xebatên şanoyî kirine. Şanogerên li NÇMê perwerde bibûn, li Bakurê Kurdistanê (piştî salên 2000î bi taybetî li Amedê) û Tirkiyê di şanoyên kurdî de kar kirin û şanoyên xwe hazir kirin û îro jî gelek ji wan kesan weke lîstikvan, derhêner û nivîskar di gelek lîstikan de cih digrin. Di vê serdemê de di nav nivîskarên şanoyê de navê “Hüseyin Kaytan û Kemal Orgun” yên sereke ne.
Nivîskariya şanoya Kurdî, Ji aliyê Şanoya Bajêr ya Amedê, ji 2011an vir de li ser navê “Evdirehîm Rehmî Hekarî” pêşbirka nivîskariya şanoyê heta 2016an pêk hat û bi dehan metnên şanoyê weke pirtûk hate çapkirin. (Di 2016an de ji aliyê Qeyyûm ve Şanoya Amedê û ya Batmanê hate girtin. Tenê li Amedê şanogerên ji kar hatibûn avêtin jinûve “Şanoya Bajêr a Amedê” vekirin.) Ji bo navên hemû şanoyên bi kurdî ku li Tirkiyê û Kurdistana Bakur ji sala 1991ê heta 2013an derketine, mirov dikare li pirtûka Mîrza Metîn a bi navê “Jêrzemîn”ê hatiye berhev kirin, binêre.[2] (Di vê berhevkariyê de qala “29 komên şanoyê û 104 lîstikên şanoyê” tê kirin.)
Şanoyên çi weke temsîl çi weke nivîskî, li Kurdistanê di avakirina ramana netewî de weke navgîneke “polîtîk” hatiye nirxandin û di demên hewldanên netewî de geştir bûye û “nasnameyeke” miletî hilgirtiye. Lewma şanoya nivîskî ya Kurdî, ewil li Stembolê (1919) û piştî avabûna Komara Tirkiyê jî li Silêmaniyê û li Yekitiya Sovyetê (Tiblîs-Gurcîstan, Elegez-Ermenîstan) bi du qenalan dest bi geşandana xwe dike. Lê cihê ku Şanoya Kurdî ji salên 1920î heta roja me bi domdarî xeteke pêşketinê nîşan daye, li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmanî ye. Îro jî Silêmanî, weke cihê ku şanoya Kurdî herî pir tê îcrakirin pêşengiya xwe didomîne.
Di dîroka şanoyê Kurdî de em bala xwe bidin wergerên şanoyê, hin agahiyên balkêş derdikevin pêşberî me. Li Başûrê Kurdistanê em dibînin ku di serî de ji zimanên weke Îngilîzî û Erebî werger û adaptasyonên şanoyê hatine kirin. Bo nimûne; di sala 1921an de temsîla şanogeriya “Selahaddînî Eyyûbî” ya Necîb Heddad, ji aliyê Lijney Niwandinî Şanoyî, li Hewlêrê di Medreseya Erbîl Ûla de bi Kurdî tê lîstin. Daniel Kasab şanoya “Selahaddinî Eyyubî” ji Erebî werdigerîne Kurdî û rejisoriya wê jî dike.[3]
Di 1927an de şanonameya Shakespeare “Julies Jesar” li Silêmaniyê tê sehnekirin; metna Shakespear a ewil hatiye weşandin jî “Gerdaweka” (Bahoz) ye ku bi wergera Dr. Cemal Nebez di 1955an de li Bexdatê weşandin. Di salên 1970î de li Başûrê Kurdistanê, ji zimanê Tirkî jî berhemên “Nazim Hikmet, Aziz Nesin, Yaşar Kemal…” hatine wergerandin û piştî ku hatine lîstin weke pirtûk jî hatine çapkirin.
Şanoya Kurdî ya li Sovyetê, bi şanonameya Ahmedê Mirazî ya bi navê “Zemanê Çûyî” di 1928an de li Tiblîsê tê pêşandan û di 1935an de li Êrîvanê tê çapkirin. Di navbera salên 1930-1935an wergerên şanoyê herî zêde ji Ermenkî û Rusî ne, tevî van wergeran û berhemên sereke ji bo xwendinê jî têne çapkirin. Ji 1937an heta 1947an di Şanoya Dewletê ya Elegezê de, piraniya şanoyên wergerê an jî adaptasyonê têne pêşandan. Ji 1956an heta 1975an bi dehan metnên şanoyê weke listîkên radyofonîk di rayoya Êrîvan de tê weşandin. (Ev yek jî li Bakurê Kurdistanê dibe sedam ku beriya temaşevanên şanoya Kurdî guhdarên wê çêdibin.) Ji 1979an heta belavbûna Sovyetê, li Gurcîstanê û li Ermenîstanê, gelek şanoyên populer yên wê serdemê têne pêşandan. Nivîskarê dawî yê vê serdemê Ezîzê Gerdenzerî ye, şanonameya wî ya bi navê “Zarîna Çiya” di 1989an de li Tiblîsê tê çapkirin.
Di 1985an de cara ewil şanonameyên nîvîskareke jin Leylan Şefîqe Elî Hiseyn bi navên “Şaciwanî Derbend Feqerew” û“Keyxan” du şanoname li Silêmanî tê çapkirin. (Di 1957an de bi pêşengiya Nermîn Nakam, jin weke lîstikvan di şanogeriya Kurdî de cih girtibû.)
Bi giştî dema em bala xwe bidin dîroka şanoya Kurdî û rewşa wê ya îro, di şanogerî û di metnên wan de mijar û temayên sereke piranî bi “nasnameya netewî” ve girêdayî ye. Yasîn Qadir Berzincî, di Dîroka Şanoya Kurdî[4] de li ser 45 şanonameyên ku di navbera 1934-1985an de li Başûr hatine çapkirin, bi awayekî berfireh van metnan dinirxîne. Şanonameyan li gor mijarên wan bi sê babetan vediqetîne: Mijarên civakî 22, yên dîrokî 15 û ji şanoyên sîyasî 8 şanonemayan ji aliyê şêwe û naverokê li gora serdema wan dinirxîne. Di nav nîvîskarên herî berhemdar de navê van şanonamenûsan dihejmêre: Heme Kerîm Remezan Hewramî, Emînê Mîrza Kerîm, Pîremêrd, E. B. Hewrî, Fetah Kerîm Kawe, Mistefa Nerîman, Zekî Ehmed Henarî, Ebdulrezaq Bîmar, Şêrko Bêkes, Mehdî Omêd, Ehmed Salar, Mihemed Ebdulrehman Zengine…
Piştî salên 1980yî li Ewrûpa (ewil li Swêd) ji hemû perçeyên Kurdistanê şanogerên Kurd, dest bi hewldanên şanoyî dikin. Ji 1988an û pêve weşandina metnên şanoyê zêde dibin. Ji 1930î heta niha gelek nîvîskarên Kurd yên navdar şanoname nivîsîne û wergerandine Kurdî. Ji vir dema em bala xwe didin nivîskarên ji Bakurê Kurdistanê li gora perçeyên din, ji nivîsandinê bêtir bi wergerê têkiliya xwe bi şanoyê re danîne. Li Tirkiyê û li Bakur lîstikvanan ji wêjekaran bêtir şanoname nivîsîne.
Em dibînin ku berhemên şanoyê herî zêde li bajarên mîna “Silêmanî, Bexda, Hewlêr, Êrîvan…” hatine çapkirin. Di lîsteya jêr de metnên telîf ên nivîskarên Kurd ku di navbera salên 1919-1989an de çapbûyî hatine berhevkirin. Metnên wergerê û yên hatine sahnekirin û çapnebûne, devreyi vê lîsteyê ne.
“Memê Alan”, Evdirehîm Rehmî Hekarî, Kovara Jînê (Hejmarên 15-16), Stenbol, 1919
“Derdê Derûn” Hisên Huznî Mukriyanî, Kovara Zarî Kurmancî (Hejmarên 7. 8. û 11.) Silêmanî, 1928
“Koçekê Derewîn” Ereb Şamîlov, Êrîvan, 1930
“Mem û Zîn” Pîremêrd, Rojnama Jiyan, Silêmanî (Tefrîka 1932, weke pirtûk 1934)
“Hevind” Celadet Alî Bedirxan, Kovara Hawarê (Hejmar: 20) Şam, 1933
“Dildarî û Peymanperwerî” Ebûbekir Hewrî, Bexda, 1933
“Reva Jinê” Wezîrê Nadir, Erîvan, 1935
“Zemanê Çûyî” Ehmedê Mirazî, Êrîvan, 1935
“Mehmûd Axay Şîwekel” Piremêrd, Silêmanî, 1942
“Hawrêy Mindalî” û “Mam Rêwî” Şakîr Fetah, Bexda 1948
“Karkirdinî Bekelk” Refîk Çalak, Bexda, 1952
“Kiç û Qutabxane” Fetah Kerîm Kawe, Silêmanî, 1956
“Afret û Nûşte” Kamîr Jîr, Bexda, 1956
“Elî Fenî” Mistefa Nerîman, Kerkûk, 1957
“Zordarî Tawanbar” Fûad Îzzed, Silêmanî, 1958
“Awat” Mistefa Qeredaxî Salar, Bexda, 1958
“Bîrî Azadî Rêgay Rizgarî ye” Ebûbekir Hewrî, Bexda, 1959
“Peymanî Dûlayî” Hesen Qizilcî, Bexda, 1959
“Rûxa” Mistefa Nerîman, Kerkûk, 1959
“Diwarojî Dehakî Zordar” Zekî Ehmed Henarî, Bexda, 1960
“Şorişî Huner” Fetah Kerîm Kawe, Silêmanî, 1960
“Zêrîn” û “Otombîlçî” Emînî Mîrza Kerîm, Silêmanî, 1960
“Bûkî Perde” Ebdulrezaq Bîmar, Bexda, 1960
“Şanoy Kurdistan” Ebdulrezaq Bîmar, Bexda, 1961
“Bibûre” Kemal Reûf Mihemed, Silêmanî, 1961
“Zewaca Bê Dil” Îsmaîlê Dûko, Êrîvan, 1964
“Birîna Reş” Musa Anter, Stenbol, 1965
“Memê û Eyşê” Taharê Biro, Êrîvan, 1967
“Nan û Jiyan” Mihemed Emîn Osman, Bexda, 1970
“Dasekey Şasiwar” Emînî Mîrza Kerîm, Silêmanî, 1971
“Kawey Asinger” Şêrko Bêkes, Silêmanî, 1971
“Falçî” Heme Kerîm Remezan Hewramî, Silêmanî, 1972
“Şanogeriy Mindal” Umer Ebdulrehîm, Silêmanî, 1972
“Zincirey Bo Şano” Mihemed Tofîq Wirdî, Necef, 1972
“Çîrok bo Şano” Mihemed Tofîq Wirdî, Necef, 1973
“Le Pênawî Ewîn da” Zekî Ehmed Henarî, Silêmanî, 1974
“Senger” Ebdulhemîd Ebdulla, Duhok, 1974
“Şewêk le Jiyanî Xanzad” Heme Kerîm Remezan Hewramî, Bexda, 1977
“Ask” Şêrko Bêkes, Bexda, 1978
“Waney Reşbelek” Ehmed Salar, Silêmanî, 1978
“Dawiya Dehaq” Kemal Burkay, Kovara Özgürlük Yolu (Hejmar: 37-38)
“Mirov û Çax û Bîr” Mehdî Umêdî, Bexda, 1978
“Odîbî Paşa û Berderkey Sîzif” Tofîq Hekîm, Silêmanî, 1978
“Bûkî Befir” Mehdî Umêdî, Silêmanî, 1979
“Xec û Siyamend” Fûad Mecîd Mîsirî, Bexda, 1979
“Dildaranî Baran” Ehmed Salar, Silêmanî, 1979
“Jan” Fehmî Kakeyî, Silêmanî, 1979
“Lêbûk Dastana Mem û Zîna Diguhurît” Seyda Îbrahîm Selman, Bexda, 1979
“Şêxî Senan” Dr. Nafî Akreyî, Bexda, 1980
“Mangirtin” Mihemed Ebdulrehman Zengine, Bexda, 1980
“Serçawey Janêkî Xamoş” Emînî Mîrza Kerim, Bexda, 1980
“Gundekem” Heme Kerîm Hewramî, Bexda, 1981
“Welî Dêwaney Şem” Mihemed Abdulrehman Zengene, 1981
“Xatû Kilawzer” Heme Kerîm Remezan Hewramî, Bexda, 1982
“Hawarêkî Tasaw” Celîl Zengine, Bexda, 1982
“Senger” Celalî Mîrza Kerîm, Li çapxana Şehid Aram (li çiyê tê çapkirin) 1983
“Felestîn Hemîşe” Letîf Helmet, Bexda, 1983
“Sê Şanogerî” Tehsîn Şeban, Bexda, 1984
“Mergî Bexteweriy” Ebdulqadir Seîd, Silêmanî, 1984
“Qelay Dimdim” û “Şarî Ewîn” Telet Saman, Hewlêr, 1984
“Şaciwanî Derbend Feqerew” û “Keyxan” Leylan Şefîqe Elî Hiseyn, Silêmanî, 1985
“Xewn e û Xewn Niye” Heme Kerîm Remezan Hewramî, Bexda, 1985’te Bexdê
“Siyabend û Xecê” Tosinê Reşîd, Stockholm, 1988
“Beyanî Baş Ey Xerîbî” Ferhad Pîrbal, Danîmarka, 1988
“Mehkemekirina Silahiddînê Eyûbî” Şahînê Bekirê Soreklî, Stockholm, 1989
“Mem û Zîn” Eskerê Boyîk, Stockholm, 1989
“Zarîna Çiyan” Ezîze Gerdenzerî, Tiblîs, 1989
Çetoyê Zêdo
———————————————————-
[1] Şanonameya Mamoste Cemil “Mişko” di kovara Rewşenê de (Hejmarên: 2,3,4) di 1992yan de tê weşandin.
[2] Mirza Metîn, “Jêrzemîn”, Weşanên Şaredariya Mezin a Amedê, 2014
[3] Ferhad Pîrbal, “Mêjûy Şano Le Edebiyatî Kurdî, Hewlêr, Dezgay Çap û Belawkirdinewey Aras, 2001
[4] Yasîn Berzencî, “Şanoy Kurdî”, Silêmanî, Govarî Şano, 2007
Comments