Jiyana “Îsabelle Huppert” nivîsera nameya roja cihanî ya şanoyê 2017

0

Werger ji zimanê ingilîzî LAWÎN ŞêXO

Îzabêl Huper zimanê Rûsî li peymangeha çanda rojhilatî û zimanên nişrimanî xwend , herweha waneyên huneriya şanoyê li dibistana Lora Blanş û peymangeha mozîka niştimanî ya hunera şanoyê distandin.

Wê li ba mamosteyên navdar mîna , (Jean-Laurent Cochet) û (Antoine Vitez) şagirt bû.

Di destpêka rêze fîlmên wê yên pêşîn de , çavê xelkê li ser xwe vekir wek  fîlmên (Les Valseuses) bi riya Bertrand Blier, (Aloise) bi riya Liliane de Kermadec, û ( Le Juge et l’Assassin) bi riya Bertrand Tavernier. Wê li ser rola xwe di fîlmê (La Lentellière) bi riya Claude Goretta xelata

Baştirîn Hêvî , ji peymangeha Birîtanî ya fîlm û telefizyûnê (BAFTA) wergirt.

Hevkariya wê li gel ,Claude Chabrol derfet dayê da hin fîlmên diramatîk yên pir baş bi kar bîne wek komîdî ,  (Rien ne va plus), yê dramatîk (Une affaire de femmes), û fîlmê noir (Merci pour le chocolat.)

Bedewiya wê herweha têgihiştina wê ya berçav di warê ekteriyê de derfet danê ku ew bê hemfa bide jiyanê da rolekê di guhertinên çandî (Madame Bovary) û lîstikên siyasî de jî wek (L’Ivresse du pouvoir) rolekê bilîze.

Ji ber mana wê ya dibin serperiştiya Claude Chabrol de karîbû gelek xelatan wergire , wek wergirtina xelata (KAN)ê bo fîlimê

(Violette Nozière), herweha xelata baştirîn akter di fesytîvala Vînîsya ya fîliman de bo (Une affaire de femmes) wergirt, û xelata festîvala Mosko bo (Madame Bovary) , herweha bi destxistina xelata (Interpretive) û (César_Sîzar) wek baştirîn akter li festîvala Vînîsya di parçeyê wê yê di ( La Cérémonie) de.

Wê li gel gelek derhênerên navdar û akterên deverê kar kiribû wek, Jean-Luc Godard, André Téchiné, Maurice Pialat, Patrice Chéreau, Michael Haneke, Raoul Ruiz, Benoit Jacquot, Jacques Doillon, Christian Vincent, Laurence Ferreira Barbosa, Olivier Assayas, Francois Ozon/Anne Fontaine Ionesco, Joachim Lafosse, Serge Bozon/Catherine Breillat, Guillaume Nicloux, û Samuel Benchetrit.

Îzabêl Huper hevdem kar li gel derhênerên cîhanî yên sereke re kiribû wekû , Michael Cimino, Joseph Losey, Otto Preminger, the Taviani brothers, Marco Ferreri, Hal Hartley, David O’Russell, Werner Schroeter û AndrzejWajda – Herweha, RithyPanh, Brillante Mendoza, Joachim Sort û Hong Sang Soo.

Di festîvala Vînîsya ya fîliman de wê xelata (Şêrê Zêrîn ê Taybet ) bi riya Desteya Sûndxwarî , ku bi taybetî karê wê nirxandin wergirt.

Ji bilî rola wê di (Gabriell) fîlmê bi riya Patrice Chéreau’s.

Herweha wê du caran xelata ( prestigious Interpretive) li festîvala fîliman li (KAN)ê bi destxist, duyemîn car li ser (La Pianisteby Michael Hanake) bû.

Beşdariya wê di (KAN)ê de hişribû ew bi rola sûnxwariyan bilîze , û wek xanima vê ahengê were xuyakirin , di 62mîn festîvala (KAN)ê ew seroka Desteya Sûndxwariyan bû.

Li gel karê wê yê di sînema de Îzbêl Huper di kare şano de li Ferensa , herweha li ser asts cîhanî jî pir çalak bû.

 

Îzbêl seredanên serkeftî li Ewropa û seranserî cîhanê berdewam dikirin û timî karên wê yên berçav hebûn.

Wê kar dibin serperiştiya  Bob Wilson de ev kar kirin : (Orlando) ya nivîser Virginia Woolf, (Quartett) ya nivîser Heiner Muller, Peter Zadek (Measure for Measure) ya William Shakespeare, bi riya Claude Régy, (4.48 Psychosis) ya nivîser  Sarah Kane, (Jeanne au bucher) nivîser Claudel.

 

Herweha ew bi rola wergerandinê di (Médéed’ Euripid) fîlmê derhêner , Jacques Lassalle de rabû, nemaze di festîvala ( d’ Avignon) de, (Hedda Gabler) ya nivîser Henrik Ibsen ji derhênana Eric Lacascade , û (Tramway)

bi piştgiriya karê Tennessee Williams bi riya derhêner Krzysztof Warlikowski , li ser Şanoya (de l’Odéon), û ev gera wê ya li Ewropa û cîhanê xuyabû ku serkeftî bû.

Hin karên berz wekû (The Maids) nivîser Jean Genet, ji derhênana Benedict Andrew , ew li gel Cate Blanchett di kampaniya Şano ya Sidnî de xuyabû ,   hevdem li sentera bajarê Niyoyork ya ku wek parçekî ji festîvala Lînkolin e. ; (Les Fausses Condidences de Marivaux), bi riya derhêner, Luc Bondy, li ser şanoya (de l’Odéon) ya ku derfet da ku vê carê jî gera wê ya li Ewropayê serkeftî be.

 

Di vê demsalê de wê gelek encam bi kar anîn : (Phaedra(s)) bi riya derhêner Wajdi Mouawad, (Sarah Kane) û  (J.M. Coetzee), bi riya derhêner, Krzysztof Warlikowski , ev kar hemî di geryaneke Ewropî û cîhanî de bûn.

Di sînema de li dema dawî hin fîlmên wê hatin weşandin , wek (L’avenir) bi riya , Mia Hansen Love, (Tout de suite maintenant) bi riya Pascal Bonitzer û  (Elle) bi riya, Paul Verhoeven “di festîvala (KAN)ê ya 2016an de beşdarbû” ,Souvenir bi riya Bavo Devurne

 

Di 2017an de çaremîn fîlmê wê yê bi Michaël Haneke, (Happy End) li gel projeyeke derhênandinê bi riya serve Bozon bi navê (Madame Hyde) wê werin belavkirin.

Di dema dawî de , li Emerîka wê gelek xelat wergirtin ji wan xelata (Gotham) û (Golden Globe) bo fîlmê  (Elle), û vê rolê ew wek fîşekê şand da wek baştirîn acter bo (Oskar)ê were hilbijartin.

 

Îzabêl Huper serekeye di Desteya Niştimanî ya (Nîşana Girûpa Rûmetê) de

Herweha wê nîşana Mafdariya Niştimanî wergirt, û ew seroke di rêveberiya Çand û Hunerê de

Comments

Loading...