?Çawîşê Muxeberatê : Kê Kî Kuştiye

0

Çetoyȇ Zȇdo

Binxetê… Salên 1960î… Ji derve dengê frêna erbeyeke tê bihîstin… Erebe disekine û dengê qerebalixê her ku diçe zêde dibe. Ji derve bi dengekî berz  “Dakevin, yeko yek bidin dû hev û derbas bibin!” tê bihîstin.

Çawişê Polîsan, derî vedike û li benda kesên din  disekine. Peşî mirovekî navsere û jinek û çend zilamên din dikevin dundur. Çawîş piştî ku her kes dikeve hundur, bi destan nişanî wan dide ku ji bo ku rûnên. Yê navsere li ser kursiyê û yên din jî li erdê rûdinên… Çawîş tê li ser paldanka xwe, cihê xwe xweş dike, kumê xwe li ber xwe datîne, cixareyekê pê dixe. Pêşî hinekî çavên wî ji dûmana çixarê hesir dibin. Li paş xwe dizivirê û bi dengê bilind bang dike…

Çawîş:

Hêê! Li vir binêrin!

Polîsek:

            (Serê xwe di ber derî re dirêj dike) Belê, ezbenî!

Çawîş:

            Ji bo Xwedê, kaxezekê bîne! Ew kî ji we kaxezên ser maseya min didize?

Polîs:

            Baş e!

Çawîş:

(Bi kerb) Baş e! (Berê xwe dide yê Evdo) Dibêjin baş e û kaxezan didizin. Ma tu zikên wan î mezin nabînî? Tevde mirîşkên hepsiyan dixwin, tu dibêjî qey ez bi hertiştê wan nizanim? Ew ji bo xenceran derbasî zindanê bikin, çi dikin zanî? Wellehî… wellehî… Şêxê min, tifing di hundurê vê zindana piçûk de hene, tifing di binê betaniyan de hene… Her roja xwedê ez yekî ji wan zevt dikim û ji wan kêrên qerase ji binê serê wan derdixim… Lê çi fêde, roja dinê bi qudreta Xwedê li wan vedigerin! Ha ji xwe re li vê ecêbê binêr şêxê min… Eger hebsî bixwazin ku em bêne girtin, ew ê me ji dêvela xwe bigirin. Lê ew ji polîsan re baş in, tenê hevdû di hundur de dikujin… (Hineki li bandora gotinên xwe dipîvine) Li vê derê, li vê odê, bi serê te şêxê min, hin kesên alîkariya me dixwazin tê de dimînin hene. Ku ew çi bixwazin, te dît di heman gavê de tiştek hate serê wî… Ew qesas in, qesasên mêra ne, navê kê derkeve ji devê wan û bibêjin “ew ê bête kuştin”, tê kuştin… Îca rev li ber me namîne… Min dît wiha nabe, hima min xwe gihand hukumetê… Em çûn ba qayimeqêm ku, em giliyên xwe pê bikin, dibe ku zindaniyan li ser… cehnemê belav bike. Tu dizanî camêr bersiva me çawa da? Go, Kurd in bila hevdû şerjê bikin… Me jê re go; ezbenî, her ku yek di zindanê de tê kuştin, deh kesên din dikevinê, ji bo ku heyfa yê kuştî hilînin… Me go; wê nişteciyên bajêr û nehiyê û gundan li derdora me tev bibin hebsî… Û bawer bike şêxê min, me go; ew ê mirîşk û hêkên ku ji hepsiyên xwe re tînin nedin me û em ê kursiyan bixwin an kumê xwe. Qayimeqêm bersiv da; tu bi Xwedê dikî ma ev jî bersiv e? Çi got tu zanî? Pîqabê bixwin, we pîqab ji bîr kir! Gava em ji ba wî derketin, wextî me bi ser gulên bexçeyê wî yê mezin de bimîsta.

(Evdo, bi acizî li Çawîş guhdarî dike, mîna ku Çawîş pirsekê ku ji wî re negotibe bi ser xwe ve tê)  Ji te werê ku ez ditirsim? Kî wê bighêje qayimeqêm ku fesadiya min bike… ev gêjên li vir? Ez bi awayê pêçana çixareya we pê derdixim, tu ji min re yekê bipêçe! (Evdo hinekî bi ecêp pişt re weke hertim, ji bêrika şelwarê xwe qutiyê derdixe û jê re çixareyêkê dipêçê) Lanet li tutîna artêşê were! ( Pakêta bêrîka xwe bi hêl davêje ser masê, bi careke din bang li derve dike) Diznoo, kanî kaxez? (Hinekî li benda bersivê dimîne, ji bilî her jina Evdo her kes ji axaftinên wan fam dike..)

Ka em guman bikin ku qayimeqêm bihîst… bibore şêxê min… eger li ser keritiya min bihîst, wê çi bike ha? Tu bi Xwedê kî, wê çi bike? Wê bêje ku, tu ji vê derê re nabe û wê min vegerîne daîreya wilayetê. Li wîlayetê xwedî û nasên min hene, wê min biparêzin û min bidin dereke xweştir. Ez naxwazim li vê derê bimînim, ev “bakur” ruhê mirov dîstinê… Leşkerên Tirk di rêya sînor re gulleyan berdidin kevokên berriyê, bala xwe bidiyê, îcar gellek caran gulleyên wan li leşkerên me dikevin… Kevokan dikujin, paşê têlên sînor derbas dikin, wan dibin û zimanê xwe ji artêşa me re derdixin. (Weke wan dike bilebil…) Leşkerekî me ceger nake di ber sînor re bibuhure. Wextekê cotkarekî ji mi re go; ji wan cotkarên ku zevîyê wan li ber têlan e, wî digot: her roja xwedê ew Eskerên li ber sînor kengî ku wan dibîne, bang li wan dikin û ji wan re dibêjin “Hûn hemû kafir in!”…  Çima em kafir in? Ew ê rojekê vî bajarî yekser bidin ber gulleyan… Va min ji te re go… Ew sînorê Hilêliyê derbas bikin û wê werin kîjan mêrê ku bixwazin wê bi xwe re bibin… Pişt re wê, tifî qereqola me nekin û wê nebêjin; hûn, hûn kî ne? Ma em kî ne, kî hesabê me dike şêxê min, em li ber çi nin, tu zanî?

(Pişt re dîsa bi qêrîn) Kaxes, kaxes. (Bi dengê wî re polîsek derbasî ba wî dibe, di destê wî de dosyeyek perîtî heye û dikeve hundur. Çawîş bîşkokên maseya ber xwe tev dide û jê qelemekê derdixe û bi zimanê xwe şil dike û bi xwe bi xwe) Roj… tarîx… karname… (Hin gotinên fermî yên bêhemdî xwe dibêje. Bi carekê berê xwe dide Evdo û zarokên wî)  Kî ji we dizane binivîse?

Evdo:

(Berê xwe dide zarokên xwe û bi işareta çavan) Ew dizanin.

Çawîş:

(Lêvên xwe dijdîne û qelama xwe dirêjî xortê nêzîkî xwe dike) Were! (Lawik radibe û tê cem wî. Çawîş jî ji cihê xwe radibe û bi destê xwe jî nîşan dide) Li cihê min rûnê. (Lawik bi awayekî bi guman diçe li cihê wî rûdinê. Çawîş, tê ber derî û bi lingê xwe derî digire…) Ez naxwazim ev bênamûs îfadeyê binivîsîne. ( Bi serê xwe nişanî derve dike.) Ew min pir aciz dikin. Gotinan li gorî dilê xwe dinivîsinîn, ew ji qazî ve wiha dikin, lawaziya min a nîvîsandinê bi kar tînin, ker lawê qantiran! Ew ji tiştekî re nabe, ji bilî vî karî, loma dirêj dike ku, roja xwe bi êşandina min derbas dike. ( Hinekî disekine, pişt re dizîvire xortê ku li cihê wî rûniştiye) Pênûsê pir bilind neke ya na, em ê mecbûr bimînin îfadeyê ji nû ve binivîsinin. (Hinekî li bota lingê xwe dinêre paşê li Evdo) Binivîsîne…. (Xwe bi xwe, bi tiliya xwe ya nişandekê, dide ber lêva xwe…)  Filan roj… filan tarîx…îfade… (Berê pirsa xwe dide Evdo)  Çima kurê te kuştin?

Evdo:

            (Bi ecêb) Kurê min?

Çawîş:

            Metka te…xuşka te… xaltîka te… bapîrê te, kê ew kuştin?

Evdo:

(Peşî matmayî û dûre bi hêrs) Cenabê Çawîş, kê hikûmeta te û hikûmeta bavê te kuştiye?

Çawîş:

            (Bi ser xwe de tê) Tu çi dibêjî?

Evdo:

Eger tu bixwazî zû ji meselê xelas bibî, ji kurê min re bêje, bila çi di kaxezên we de binivîse.

Çawîş:

Ê, nexwe bersiva min bide ku, kurê te tiştê ku tu yê bibêjî wê binivîsîne. (Jina Evdo, di ber xwe de bi hime him dipeyive, Evdo di bin çavan re lê dinêreÇawîş ji wî hêrs dibe)  Waa… Ka li min binêre! Naxwe mesele çi ye?

Evdo:

            Tu baştir dizanî!

Çawîş:

            Min hûn anîn vir, ne? Ji bo ku sûcekî kuştinê heye.

Evdo:

            Sûcekî kuştinê an pevçûnek, çi îşê me pê heye?

Çawîş:

(Milên xwe bi awayekî pirsê bilind dikeMa elaqa we bi sûcekî an diziyekê yan bi qaçaxçîtiyê an bi girtiyekî vir re tune? (Evdo, bêdeng dimîne)

Lawik:

            (Hinekî serê xwe bilind dike û bi şermî) Ez çi binivîsim ezbenî?

Çawîş:

Mesele zor e, şahidek ji bo me lazim e! (Bi dengekî bilind bi aliyê deriyê ve bang dike.) Ka şahid?

Polîsek:

(Dibeze hundur, tenê serê xwe di ber derî derdixe) Belê ezbenî!

Çawîş:

            Me ji bo çi ev xelk anîne vir?

Polîs:

            Sûcekî kuştinê ye.

Çawîş:

            Kê kî kuştiyê?

Polîs:

(Serê xwe bera ber xwe dide) Şahid reviyaye ezbenî, lê ez guman dikim ku sûcekî kuştinê heye.

Çawîş:

(Betir hêrs dibe û berê xwe dide kurê Evdo) Hikûmet nizane bê çi diqewime li Binxetê, ma çi bi serê min ketiye ku divê ez zanibim?(Piştî bêdengiyekê, ji lêwik re) Binivîse kurê min: Kerek mir, dozek li dijî nenasekî, qediya. Îmze; Hestiyê gora segbav … şahid jî qerqerê gorê ye!

Lawik:

            Ma hewceye ku ez li ser kaxezê cihekî imze bikim?

Çawîş:

(Sênga xwe tije kîn û bêzarî dike û xwe dinepîxîne û bi destnişanî wêneyên li ser diwêr dike, ew wêne yê Hafiz Esed e ) Erê… li ser qûna serok îmze bike.

Comments

Loading...