Jiyannameya” Peter SELLARS” Nivîskarê Nameya Roja Şanoya Cîhanî 2022

0

Peter SELLARS, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)

Derhênerê Opêra, Şano û Festîvalan

Peter SELLARS li Pitisbêrgê, Pênsilvêniya, (DYA) ji dayik bûye, û ew derhênerê opêra, şano û festîvalan e. Wî navdariyek navnetewî bidest xistiye li ser ravekirina veguherîner û pêşeng ya klasîkan, piştgîriya sedsala 20-an û muzîka hemdem, û projeyên hevkarî bi rêzeke mezin a hunermendên afirîner û pêşkêşker re.  Xebata wî hêza hunerê wekî amûra derbirîna exlaqî û çalakiya civakî dide xuya kirin.

Wî opêra li dar xistiye li Opêraya Neteweyî ya Hollandayê, Operaya Neteweyî ya Îngîlîzî, Festival d’Aix-en-Provence, Lyric Opera ya Chicago, Opéra National de Paris û Festîvala Salzburgê û gelekên din.

Sellars di afirandina gelek berheman de bi awazçêker John Adams re hevkarî kiriye, di nav de Nixon li Çînê, Mirina Klinghoffer, El Niño, Doctor Atomic, Incîl Li gorî Meryema Din, û Keçên Rojavaya Zêrîn. Bi ilhama kompozîsyonên muzîkê Kaija Saariaho, wî berhemên karê wê tewcîh kiriye (L’Amour de loin, Adriana Mater, Tenê deng dimînin) Ku repertuvara operaya nûjen berfireh kirine.

Di nav Projeyên wî yên vê dawiyê evin: (Berî pandemiyê) Berhema ya nû Doctor Atomic li Operaya Santa Fe, şanoiya ya Claude Vivier Kopernikus ji bo Festîvala D’Automne (Parîs), û behema Mozart Idomeneo ji bo Festîvala Salzburgê.

Di dawiya sala 2020-an de wî hizirikirin û derhêneriya “ev laş ew qas bêdawî ye …” kir, ku fîlimekî di bersiva pandemiya cîhanî de çêkir ya ku ji nivîsa Vimalakirti Sutra hate îlhama kirin.

Projeyên pêşerojê dê evbin: şanogeriya Roman du Fauvel bi hevkariya muzîkologîst û damezrînerê Sequentia Ensemble, Benjamin Bagby; vejîna berhema navdar ya Sellars Tristan und Isolde , ku çîroka wê hate ronîkirin û kûrkirin bi vîdiyogirafîkek bilind ku hate afirandin ji hêla wênesaz Bill Viola; û herwiha Perle Noire, medîtasyonên ji bo Josephine, bi muzîka awazçêker û pir-alavkar Tyshawn Sorey ji hêla dengbêja bêhempa Julia Bullock ve hate pêşkêşkirin.     

Sellars rêberiya gelek festîvalên hunerî yên bingehîn kiriye, di nav de Festîvalên salên 1990 û 1993 li Los Angeles û Festîvala Hunerî ya Adelaide di sala 2002-an de. Di 2006-an de ew bû Rêveberê Hunerî yê New Crown Hope, festîvalek li Viyanayê ku hunermendên nûhatî û damezrandî yên ji paşxaneyên çandî yên cihêreng vexwendibûn da ku di warên muzîk, şano, dîlan, fîlim, hunerên dîtbarî û avasazî de karên nû biafirînin bi boneya salvegera 250 an  jidayikbûna Mozart. Wî wekî Gerînendeyê Muzîkê yê Festîvala Muzîkê ya Ojai ya 2016-an xizmet kir. Sellars Profesorê bijarte ye di Beşa Huner û Çandên Cîhanî de li UCLA, rêvebirê damezrîner ê Enstîtuya Boethius li UCLA, kordînatorê niştecîh ê Festîvala Fîlman a Telluride ye, û şêwirmendê Destpêşxeriya Hunerên Rolex bû. Ew wergirê hevaltiya (zemalet) MacArthur e, Xelata Erasmus ji bo beşdarbûna çanda Ewropî, Xelata Gish, û endamê Akademiya Huner û Zanistên Amerîkî ye. Wî xelata giranbuha ya Polar Music Prize wergirtiye û ji hêla Musical America ve wekî Hunermendê Salê hatibû destnîşankirin.

Werger ji zimanê Ingilîzî: Salar Ebdulcelîl

Koma Şano – Sirya/Qamişlo

You might also like More from author

Comments

Loading...